Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 24’an a çalakiya wê de Kinancî bi bîr anî û got, ‘’Em dîsa sond dixwin ku dilsoziya xwe ya bi Şêx Seîd Efendiyan em ê her demê bi renge Zîlan bidin’’.
Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da, Zeynep Kinacî (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an bi çalakiya fedaî şehîd bûyî bi bîr anî.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
”Tenê bi çalakiyên ku şoreşgerên mezin dikarin bikin, zeman û fersend bi berxwedaniyeke herî watedar, bi fedaîbûnê re dibe yek û li ser bingehên berjewendiyên gewherî têne veguherandin. Heke amanc berz û berbiçav be, çalakî, rêxistin û tevger nikare biçûk, sivik û kulek be. Mezinbûna armancê her demê mezinbûna çalakiyê jî diyar kiriye. Di şerê me yê mirovahiyê de, şehîdên me yên ku nirxên mirovî ne û divê her yek ji wan bibe bîrdarî, bi rengê wan lehengên mezin ku qonaxeke wiha pêk tînin, wê di dîrok û bîra me de bi cih bibin û bi rengê nirxên me yên nemir mayinde bibin. Bi vê çarçoweyê; em hevrê Zîlan (Zeynep Kinacî) ku milîtana pêşeng a rasteqîniya fedayî ye di salvegera 24’an a şehîdbûnê de bi bîr tînin, di şexsê wê de em careke dî diyar dikin ku em dilsozê hemû şehîdên azadiyê ne ku bi fedaî li ber xwe dane û şehîd bûne û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di salvgera 85’an de a qetilkirina rûspî û bîrdariyên dîroka me Şêx Seîd Efendî û hevrêyên wan ku 29’ê Hhezîrana 1925’an li sêpayên darvekirinê, mêtingeriyê şermezar dikin, em dîsa sond dixwin ku dilsoziya me ya bi Şêx Seîd Efendiyan wê bi rengê Zîlanan be.”
Hevrêya me Zîlan (Zeynep Kinacî) bi çalakiya ku 30’ê Hezîrana 1996’an pêk anî, bi rengekî fesîh şandî dost û dijmin daye ku dibe temsîla tijebûna îdeolojîk, hîs, raman ji mirov dibihurin û dibine zimanê rêxistinî yên civakê, her wiha bûye terisandina wê ku di ber jiyana azad de, kîn û hêrsa mezin a li bara dijmin a li ser redkirina her cure paşverûtiyê, ya li qada pratîk, bi rengê xetekê. Ev xet bi qasî îdeolojîk û felsefîkbûnê, temsîla herî bilind a hîsê ye jî. Ên ku li gel wê dimeşin, di çalakî, jiyan, rêxistinî, şêwaz û tempoyê de, hewl didin bibin xwedî nêzîktêdayinên milîtanî ew kes in ku kesayatiya serfiraziyê ya bi rengê Zîlan temsîl dikin.
TI TIŞTEK BI QASÎ RASTEQÎNIYA ŞEHÎD NE NO Û FESÎH E
Ên ku ji jiyanê hez dikin dibine xwedî çalakiyên wiha mezin, ên ku dev ji jiyanê qeriyane jî qet nikarin bibe çalakger, rêxistinîxwaz. Tenê yên ku êşa civakekê di kûrahiya dilê xwe de dijîn dikarin bibin xwedî çalakiyên wiha mezin. Ên ku dixwazin civakek bi azadî ji ji her cure zext û koledariyê dûr bijîn, ên ku bi hezkirina herî mezin dilsozê wê civakê ne, ew kes in ku ”Bi qasî ku di ber de bimirin ji jiyanê hez dikin.”
Di van rojan de ku dewleta mêtingeriya qirker a faşîst û rejîma wê, li her eniyê, li dijî nirx^ne ku civaka me bi dest xistiye, bêyî ku ti nirxekî mirovî, sincî nas bike, êrîş tîne ser û hewl dide ku welatê me ji nû ve bi avaniya hişmendiya faşîst dagir bike, tekane rêya rawestandina mêtingeriyê, bi nasnameya Zîlan, bi çalakiya bi rengê Zîlan ku di dilê dijmin de wê were nîşandan, pêkan e.
Şert û bêderfetî çendî giran bin jî, dagirker her çendî êrîşê bînin jî, bes bila bawerî û biryardariya dildarên Têkoşîna Azadiyê tam be, wê demê, li dijî mêtingeran û mêtingriyê her demê mekan û zeman heye ku çalakî were danîn. Berdêla vê heke ew be ku mirov bedena xwe parçe parçe bike û pê zincîrê koledariyê ya civakekê parçe bike û şehîd bibe jî, ev wiha ye.