Şêniyên Binarê Qendîlê derbarê biryara Amerîkayê ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin “Em ê li hemberî kesên ku xwîna xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê rijandine, tu carî îxanetê nekin.”
Yek jî endamê encumena xwerêveberiya meclîsa Binarê Qendîlê Mihemed Hesen, diyar kir ku ev biryar li hemberî hemû gelê Kurd e û wiha pêde çû:
‘EV BIRYAR LI HEMBERÎ HEMÛ KURDAN E’
“Ez vê biryara Amerîkayê a ku li ser 3 pêşengên rêzdar yên Kurd şermezar dikim. Em vê biryarê wek biryarek şaş dibînin. Ev biryar ne tenê li hemberê sê kesan e, li hemberî hemû gelê Kurd e. Gelê Kurd gelekî bindest e û zilm lê tê kirin. Lê belê Amerîka li cihê ku piştevaniya vî gelê bindest bike, ew jî mîna welatên din li dijî vî gelî tevdigere. A niha helwesta Amerîkayê mîna wan dewletên terorîst e. Ev sê pêşengên Kurd, gelê Kurd li hemberî dagirkeriyê parastine û diparêzin. Ji ber vê jî em diyar dikin ku vê helwesta Amerîkayê şaş e. Daxwaza min ji Kurdên her çar parçeyên derveyî welat, kesên mirov dost û azadîxwaz ev e ku li hemberî vê biryara Amerîkayê bisekinin û em bi têkoşîna xwe zextê li ser Amerîkayê bikin, da ku vê biryara xwe ya şaş biguherîne. Divê di vê demê de gelê Kurd helwesta xwe diyar bike.”
‘EM JI BO PÊŞENGÊN XWE CANÊ XWE DIDIN’
Hemwelatiya gundê Enzê yê Binarê Qendîlê, Kûstan Hesen jî bal kişand ser têkoşîna 3 şoreşgerên Kurd a li hemberê DAÎŞ’ê û wiha axivî:
“Ez vê biryara dewleta Tirk û Amerîkayê ya li ser 3 şoreşgerên Kurd şermezar dikim. Daxwaza min ji Kurdên çar perçe Kurdistan û hemû derveyî welat ev e ku li hemberî vê biryarê xwedî helwest bin. Ev 3 şoreşger ne tenê pêşengên PKK’ê ne, ev sê kes pêşengên gelê Kurd in. Ev sê şoreşgerên Tevgera Azadiyê û kesên qehreman û rêzdar in. Li Gever, Mexmûr, Şengal û Kobanê kê şer kir? Hemû pêşeng û berpirsên PKK’ê gelê Kurd û Şengal parastin. Em ê tu carî li hemberî kesên ku xwîna xwe rijandine, îxanetê nekin. Em vê biryara Amerîkayê û Tirkiyeyê ya li ser sê pêşengan daniye şermezar dikin. Em şoreşgerên xwe bi pereyan nafiroşin. Em dikarin ji bo wan canê xwe bidin û em ê tu carî cihê wan ji dijmin re nebêjin.”
WERTÎ: EZ BÊDENGÎ Û HELWESTA KÊM A GELÊ KURD REXNE DIKIM
Rojnemevan Amanc Wertî jî vê plangeriya li ser 3 pêşengên gelê Kurd wek hemleya duyemîn a berdewamiya komploya navdewletî bi nav kir û got ku, “Di derbarê vê plangeriya li ser 3 şoreşgerên Kurd, ez bêdengî û bêhelwestiya kêm a civaka Kurd rexne dikim. Lazim dike ku bi giştî civaka Kurd li hemberê vê biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê bi dengekî helwesta xwe diyar bikin. Zanîna cihê van her sê pêşengan ne bi tenê ji bo van sê kesan e, aşkerekirina cihê hemû gelê Kurd e. Li gor nêrîna min ev berdewamiya plangeriya Komploya navdewletî a li hemberî Rêber Apo ye. Lê ya ku niha tê meşandin qonaxa duyemîn a komployê ye. Lewma beriya her tiştî gelê Kurd bi xwe divê li hemberî vê biryarê bisekine, ji ber ku em bi xwe wek gel encax dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku tu hêzên derve û dewletên heremî nikarin me biparêzin û naparêzin jî. Sedema rexnekirina min a civaka Kurd jî ev e ku divê piştî vê biryarê hemû gelê Kurd di heman demê de daketiban qadan û gerek me niha li hemberê saziyên Amerîkayê helwesteke mezin raber bikirina. Ji ber ku biryara hatiye dayîn ne bi tenê plana li hemberê sê pêşengên Kurd e. Ev biryar li hemberî hemû parçeyên Kurdistanê ye. Lewma em Kurd divê vê zanebûnê de bin ku, di her demê zêdetir niha pêwîstiya me bi yekîtiyê û lidarxistina Kongreya Netewî heye. Kongreya Neteweyî wê bibe bingeh û çareseriya hemû destkeftiyên çar parçe Kurdistanê. Divê em hemû Kurd bên gel hev û em êdî li hemberî dijminên gelê Kurd bêdeng nemînin û em alîkariyê nedin dijminê xwe. Heta kîngê em ê di nav xwe de xwîna hevdû birijînin û em pişta dijminên xwe bigirin? Êdî dema vê hatiye ku îxaneta di nava me de ye, were qedandin.”