Platforma Olên Mezopotamya bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û got, ”Divê Newroza Îsal bibe azadkirina birêz Ocalan û hemu girtîyên doza azadiyê.”
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê peyama pîrozkirina Newrozê da. Di peyamê de hate gotin, ”Divê Newroza Îsal bibe azadkirina birêz Ocalan û hemu girtîyên doza azadiyê. Divê Newroza Îsal bibe bingeha yekitiya gelê Kurd û gelên bindest. Divê Newroza îsal bibe têkbirina neyarên gelê me û xwînmijên Cîhanê.”
Peyama Platforma Olên Mezopotamyayê wiha ye:
”Gelê me yê berxwedêr û qehreman!
Ji bo me Newroz jiyan e, berxwedan e, mirovbun û rûmet e.
Îro dema tê gotin Newroz: Mirovahî azadbuna ji zilm û zordariyê dihizire.
Newroz dij derketina zilm û zordariyê ye. Newroz xwedî derketina azadiyê û mirovbunêye.
Newroz qetandina zencîrên koletî û têkbirina mêtîngeriyê ye.
Gelê me yê berxwedêr, îsal sala 2633 an, ya azadbûnna ji bindestên Dehaqê xwînmij pîroz dike. Deheqbûna zordestiya ser gelan e, zilma ser baweriyan e û xwînmijiya ser civakan e.
Bêguman Newroz, bê Kawayan pêk nayê; pêk were jî, wateya xwe nîne.
Serdema me ya îro jî, Dehaqên hemdem hene, Navê wan Erdogan, Ruhanî û Esad in, ji Dehaqên dîrokê zalimtir û xwînmijtirin. Neyarên bawerîyan, gelan û mirovahiyê ne.
Rojê serê du xort û ciwanê me jênakin, berovajî serê bi sedan xort û keçên me jêdikin, fermana gelê me ya çandî, ruhî û bedenî pêk tînin. Beramber vê Kawayên hemdem jî li Amed, Mehabat, Garê, Şengal, Erîn û Eyn Îsa li ber xwe didin.
Bi hezaran girtîyên me li girtîgehan berxwe didin, Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dibin tecrîdekî giran de ber xwe dide.
Gelê me ji heft salî heta heftê salî rabuye serpiyan û berxwe dide, da ku wateya bingehîn a Newrozê bicîh were. Îro gelê me bûye pêşengê berxwedana dij zilmê li cîhanê û ronahî ji bo Gelan û Baweriyan.
Em Platforma Olên Mezopotamya bang li Gelê xwe û Gelên Rojhelata navîn dikin:
Divê Newroza îsal bibe têkbirina Dehaq Erdogan, turaniyên hevalên wî û Zilimkarên Kurdîstanê.
Divê Newroza îsal bibe azadkirina birêz Ocalan û hemû girtîyên doza azadiyê.
Divê Newroza îsal bibe bingeha yekitiya gelê Kurd û gelên bindest.
Divê Newroza îsal bibe têkbirina neyarên gelê me û xwînmijên Cîhanê.
Divê Newroza îsal bibe, desthevgirtina Êzidî, Elewî, Kaka yî, Feylî, Yarsan, Misilman, Xiristiyan û Cuhîyên Kurdîstanê.
Em hemû bihevre, bi ol û baweriyên xwe, bi çîn û cudahîyên xwe, bi zarava û çandên xwe hemû bi hev re,biherikin qadên çalakîyên Newrozê.
Dem dema azadî û serkeftinêye.
Newroza me pîroz be! Newrozî ma pîrozib! Newroztan pîroz bit.”
Pêkhateyên Platforma Olên Mezopotamya:
Civaka Îslamiya Kurdîstanê
Platforma Horam Europa
Fedarasyona Elewiyan a Demokratîk
Platforma Yarsan Europa
Kordînasyona Êzidiya li derveyi Welat
Cepha Feylî li Europ