Dewleta Tirk bi salan e li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne û niha bi destê AKP’ê ev polîtîka hem tên kûrkirin, hem jî bi rengekî nû tê meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de bi salan zimanê Kurdî qedexe kirin, Kurd ji bo ku ziman û hebûna xwe biparêzin têdikoşin û heta niha gelek berdêl dan. Li Bakurê Kurdistanê 9 partiyên Kurdan “Platforma Zimanê Kurdî” ava kirin. Û wê vê mijarê têxin rojeva Neteweyên Yekbûyî.
Platforma Zimanê Kurdî komxebata ziman li dar xist û gavên şênber avêt. Ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê 3 komên xebatê hatin avakirin. Ev komên hatin peywîrdarkirin wê raya giştî hişyar bikin, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihînin û li gorî peymanên navneteweyî kar bikin.
‘ZIMAN STÛNEK GIRÎNG A NETEWEBÛNÊ YE’
Siyasetmedar û zimanzan Mulkiye Bîrtane da zanîn ku ziman stûneke girîng a netewebûnê ye û got, “Eger gelê Kurd weke gelên din ji aliyê neteweyên din ve tên qebûlkirin, mafên wan jî heye ku zimanê wan bê qebûlkirin. Polîtîkayên niha yên dewletê li ser vê esasê ye: ‘Belê Kurd hene lê mafên wan tuneye’. Ev komcivîn jî li ser mafên Kurdan ên sereke, mafê ziman tê lidarxistin. Komcivîn dijberiyê li zimanê neteweyeke din nake. Mafê herî rewa yê Kurdane ku bikarin bi zimanê xwe xwe îfade bikin û xwe perwerde bikin.”