Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP’ê ya navçeya Hezo ya Êlihê.
Li gorî agahiyan, polîsên Tirk îro serê sibehê avêtin ser avahiya navçeya Hezo ya Êlihê.
Lêgerîna polîsan a li nava avahiyê dwam dike. Hate ragihandin ku bang li rêveberiyên partiyê hatiye kirin ku bên avahiya partiyê.
Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlpû diyar kir ku heta niha kes nehatiye destgîrkirin.