Polîsên Tirk êrişî çalakiya HDP’ê ya 1’ê Îlonê kir ku dixwest li Gar a Enqereyê pêk bîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest li Gar a Enqereyê ji bo bîranîna 103 kesên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin çalakiya “zincîra aştiyê” li dar bixe. Lê belê polîsan êriş kirin.

Polîsan dor li garê girtin û nehiştin ku gel û rojnamevan xwe bigihînin qada çalakiyê.

Tenê parlameneran karîbûn qurnefîlê deynin şûna komkujiyê.

Girseya gel ber bi Parka Ciwanan ve meşiyan, lê belê kesê bi navê Aydin Erdogan bi lêdanê hate destgîrkirin.