Polîsên dewleta Tirk, doh li Çewligê, bi behaneya “alîkarî dane rêxistinê” 11 kes girtin binçavan.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, li ser îfadeya kesekî ku navê wî ne hate zanîn, polîsên dewleta Tirk li navçeya Çewlikê, gundê Kizilagaç û navçeya Kanîreşê taxa Mîrzan avêtin ser gelek malan û 11 kes girtin binçavan.

Polîsên kontra, 11 kes birin Miduriyeta Polîsan ya Çewligê.