Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîsan avêtin ser malên 7 Kurdistaniyan. Balkêş e serdegirtin beriya destpêkirina çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera 25’emîn a kuştina ciwanê Kurd Halîm Dener bihata kirin pêk hat.
Di rapora sala 2018’an a Rêxistina Parastinê ya Destûra Bingehîn de hate ragihandin ku divê siyaseta krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan bidome. Di dema eşkerekirina raporê de polîsan li bajarê Hannoverê avêtin ser malên Kurdistaniyan.
Tevî hunermend Ciwan Çewlik, Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Emîn Seydo û siyasetmedarê Kurd Evdila Efe polîsên Elman avêtin ser malên 7 Kurdistaniyan. Hinceta serdegirtinê jî çalakiyên çandî bû.
Di serdegirtinê de telefon û alavên taybet hatin desteserkirin. Der barê serdegirtinê de siyasetmedar Efe agahî da ANF’ê û got, “Rasthatin nîne ku beriya pêkhatina çalakiyên ji bo bîranîna Halîm Dener avêtin ser malên me. Bi serdegirtinan nikarin polîsê ku ciwanê Kurd Dener kuşt bidin jibîrkirin.”
Efe diyar kir ku ew li bendê ne çalakiyên ji bo bîranîna Dener hîn bi xurtî pêk werin û got, “Polîsên Elman bi zanebûn êrîşî rêxistiniya rewa û legal a gelê Kurd dikin. Mîna gelên din eger Kurd wê nikaribin xwe li yek ji welatên herî pêşketî yên rojava bi rêxistin bikin hingî ev yek wê rûreşiya demokrasiya Elman be.”
Efe anî ziman ku bîranîna kesên di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, ya jî pêkanîna çalakiyên çandî ji aliyê polîsan ve weke sûc tên dîtin û got, “Gelo Kurd wê nikaribin şehîdên xwe bi bîr bînin, wê nikaribin cejnên xwe yên neteweyî pîroz bikin?”
Li eyaleta Hessenê li bajarên Giessen, Russelsheim û Mainzê polîsan berî çend rojan avêtibûn ser malan û siyasetmedarê Kurd Mazhar Tûran destgîr kiribûn.