Polîsên Londonê di nava 2 salên dawî de zêdeyî 600 zarok û ciwan, tazî lêgerîn kirin. Komîserê Alîkariya Zarokan a Îngilistanê Rachel de Soûza roja Yekşemê raporek weşand û da zanîn ji zarokên ku bandor bûne, ji sedî 95’ê zêdetir kur bûn û ji sedî 58’ê jî reşik bûn.

Li gorî raporê di navbera salên 2018-2020’ê de, bi giştî 650 zarok ên di navbera temenê 10 û 17’an de, bi tazî hatine lêgerînkirin. Ji sedî 23’ê weqayan ji dervey hinek îstînayan, weke qanûnên pêwîst kesek ê gihiştî yê bêalî nebû. Ji nîviya kesên bi bandor bûne zêdetir, lêgerîna cezayan nehat kirin.

DI PARASTINA ZAROKAN DE PIRSGIRÊKÊN SÎSTEMÎK

De Soûza diyar kir ku ev ji kesên çermreş ên bandor bûne re bi fikar e. Li gorî ku diyar dibe li gel polîsên Londrayê “têkildarî parastina zarokan pirsgirêkên sîstemîk hene.”

Memûrê parastina zarokan ev şêwazê lêgerîna travmatîk a zarokan ku her sal ev şêwaz zêde dibe, rexne kir.

De Soûzayê têkildarê doza ku bû maşetên rojnameyan ya derbarê jina çermreş a 15 salî ku derheqê wê de bi rengekî nemafdar guman dihat kirin ku madeyên hişber pêre heye, tevî ku dizanîn ku ew di dema xwe ya peryodîk de ye jî, lê ew hatibû neçarkirin ku li pêşberî polîsan xwe tazî bike, doz hat vekirin, ji polîsên Londonê dane xwest.

Doza beriya du salan bûbû sedemê gelek protestoyan. Di meha Adarê de ji aliyê saziya parastina zarokan ve lêpirsînek hat destpêkirin û berpirsyar bi “tacîza giran” rexne kir. Li ser vê yekê polîs neçar man, bi awayek fermî lêborînê bixwazin.

Polîsên Londonê di bersivandina raporê de got ku ji bo pêkanîna lêgerîna tazî ya “bi rengekî guncaw û rêzdar”, ji niha ve guhertin hatine kirin. Dibe ku hinek zarok ji aliyê çeteyên madeyên hişber û sûcdar we bibin “qurbaniyên bê parastin ên mêtingeriyê.”