Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren êrîş û qetlîamên nijadperest ên li ser Kurdan nirxand û got: “Polîtîkayên darazê yên bêcezatiyê ji êrîşkaran re cesaretekê çêdike.”
Êrîş û qetlîamên faşîstên AKP-MHP’yî ya li ser Kurdan her roja ku diçe zêdetir dibe. Di nava yek mehê dawî de li Afyon, Marmarîs, Enqere, Manavgat û Konyayê êrîş pêkhatin. Malbata Dedeogûllari yê 22’ê Gulanê li navçeya Meram a Konyayê ji aliyê komeke faşîst ê AKP-MHP’yî rastî êrîşê tê û bi rojan di beşa lezgîn a nexweşxanê dimîne, hefteya bihorî jin jî di nav de 7 endamên heman malbatê ji aliyê heman koma faşîst ve tê qetilkirin; di rêîşa 22’ê Gulanê de êrîşkar serbest berdabûn.
Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren êrîş û komkujiyên li ser Kurdan nirxand.
Parêzer Eren bibîr xist ku li hemberî Kurdên ku di mehên havînê de wek karkerên demsalî diçin rojavayê Tirkiyê êrîşên herêmî yên spesîfîk çêdibin û diyarkir ku îsal êrîş li pey hevdu û bi rengekî sîstematîk pêkhatin e. Eren destnişan kir ku ev sîstematîk cara yekemîn li Îzmîrê bi qetilkirina HDP’yiyekê ve destpêkiriye û da zanîn ku ev yek belavî Afyon, Marmarîs, Enqere û Konyayê jî bûye.
JI BER KU KURDIN, BI HÊSANÎ ÊRÎŞÊ WAN TÊ KIRIN
Parêzer Eren di dewama nirxandinên xwe de bal kişande ser hişkbûyîna atmosfera zimanê axaftinê ya di navbera partiyên siyasî ya li Tirkiyê û wiha pêde çû: “Li Tirkiyê di van salên dawî de bi taybetî destpêkirina pêvajoya pevçûnî û hewldanê darbeyê rê li ber tunebûna atmosfera diyalogê ya di navbera partiyên sîstema nû ya li welat de vekiriye. Bi berdewamî zimanek ku krîmînalîze dike û cihêkare serwer e. Em di vê baweriyê de ne ku ev ziman rengê xwe daye civakê. Dema em li qetlîama 7 kesan ya li Konyayê temaşe bikin, ya metirsîdar ew e ku pêşiya êrîşa meha Gulanê pêkhatî negirtin e. Me wê demê wek Baroyan daxuyanî dabû. Demildest em xistin hedef. Bê guman dibe ku di navbera mirovan de bûyerên edlî biqewimin. Encax divê lêpirsînê ji rihetî û bêxemiya di bin van êrîşan de heyî bikin. Ger nasnameya Kurdî ya wan mirovan nebûya, wê bikaribin vê êrîşê bi hêsanî pêk bînin? Em bersivê ji van pirsan re dixwazin.”
QEY NEDIKARIBÛ TEDBÎR BÊ GIRTIN?
Parêzer Eren da zanîn ku ew dipirsin bê ka hêzên delwetê têkildarê êrîşên çêdibin berpirsiyariyên xwe pêk tînin yan na û got: “Pêvajoyke metirsîdar li holê ye. Bifikirin ku di meha Gulanê de heman malbat rastî êrişê tê. Birîndar dibin û hin ji wan di beşa lezgîn a nexweşxanê de dimînin, lê tedbîrek jî nehat giritn. Di encamê de demek beriya niha di êrîşeke metirsîdar de tên qetilkirin. Me niha li dîmenan temaşe kir, têkildarê kiryar (faîl) tesbît jî hatin kirin. Derket ku xizmê kesên ku beriya niha êrîş kiribûn e.” Eren di dewamê de diyar kir tevî ku beriya niha têkildarê vê bûyerê serlêdana darazê hatibû kirin jî lê çima tedbîr negirt?
‘POLÎTÎKAYA BÊ CEZATIYÊ YA LI HEMBERÎ KIRYARAN’
Eren di beşek din a nirxandinên xwe de bal kişande ser polîtîkaya bê cezatiyê ya darazê û ew weke yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyê pênase kir. Parêzer Eren her wiha bi bîr xist ku wan bi taybetî di binpêkirinên mafan ên salên 90’î de pêk dihatin gelek caran bûne şahidê vê polîtîkayê û got: “Di salên dawî de me di dozên ku nîşan dide erkdarên cemaweriyê kiryarin de bê cezatî dît. Encax ev polîtîka, êdî ne tenê li hemberî erkdarên cemaweriyê, li hemberî sivîlên ku di bûyerên bi vî rengî de kiryarin jî pêkanîna polîtîkaya bê cezatiyê destpê kir.”
‘HESTÊN FAŞÎST XWE LI SER ATMOSFERÊN KAOTÎK MEZIN DIKE’
Parêzer Eren ragihand ku bi taybetî piştî qetlîama li Konyayê, li bajarên rojavayê Tirkiyê çekgirtina sivîlan û kontrolkirina wan a rêyan Tirkiyê ber bi pêvajoyeke pir metirsîdar ve biriye û wiha domand: “Şewatên daristanan ya di van rojên dawî de jî êrîşên nijadperest zêdetir kir. Encax pirsgirêk di wir de ye ku li holê hê berpirsiyar yan jî zelaliyek nîne, lê heta yên di civakê de bi bandorin jî gotinên spekulatîf kirin. Heta me di dîmenan de dît ku erkdarek yê darazê mirov komkiriye û bi zorê ji wan re dibêje ku pêwîste ji nûçeyên wiha spekulatîf bawer nekin.
Bifikirin ku mirov bi çifteyan rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. Ji ber plakayên wesayîtan mirov bandor dibin. Ji xwe hestên faşîst û netewperest mixabin xwe li ser atmosferên kaotîk mezin dikin.”
Eren herî dawî bang kir ku divê demildest pêşî li vê rewşê bê girtin.