Parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh qetlîam û binpêkirina mafên mirovan a ku rejîma Erdogan li Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne û polîtîkaya wê ya li Lîbya, Somalî, Azerbaycan û Balkanê anî rojevê.

Kakabaveh diyar kir ku beşeke Rojava û temamê Efrînê hatiye dagirkirin û li Başûrê Kurdistanê jî bi balefirên şer bombe li ser sivîlan tê barandin.

Kakabaveh diyar kir ku di 28’ê Îlonê de jî Tirkiyeyê 4 hezar leşker şandiye Azerbaycanê û got: “Armanca Erdogan ne aştî ye. Ew dixwaze polîtîkaya xwe li her derê zêde bike û êrîşan bike. Dewleta Tirk li dijî gelê xwe terorê dike. Herî dawîn jî li Wanê du kes piştî ku hatin destgîrkirin ji helîkopterê hatin avêtin.”

Kakabaveh ji Wezîra Karê Derve Ann Lînde û hikumeta Swêdê xwest ku bila Demîrtaş û Yuksekdag di serî de hemû rojnameger, parêzer , siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan werin berdan.