Li Tirkiyeyê, ku ji aliyê rêveberiya AKP-MHP’ê ve tê birêvebirin, binpêkirina mafên mirovan û mafê jiyanê di sala 2020’î de jî dewam kir.

Çaresernekirina pirsgirêka Kurd li gel Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê jî bû sedema zêdebûna binpêkirina mafên mirovan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku weke tifaqa şer tê pênasekirin, hewl dide kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê di bin navê ‘têkoşîna dijî terorê’ de rewa bike. Tundiya dewletê ya ku li nava civakê bû sedema bêçaretî û bêhêvîtiyê, mîna her salê îsal jî rapor têrî vegotina wan nekir. Lewma binpêkirina mafên mirovan ên li 11 mehên sala 2020’î karakterê rêveberiya heyî careke din raxiste pêş çavan.

Sala 2020’î di gelek mijaran de mafên mirovan hate binpêkirin. Li gorî rapora hevpar a sala 2020’î ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji ber polîtîkayên ewlekarîperestiyê yên desthilatdariyê gelekî kesî jiyana xwe ji dest dan, di serî de mafê jinê mafên gelek beşên civakê hatin binpêkirin.

MAFÊ JIYANÊ

Binpêkirina mafên mirovan a li sala 2020’î ku di raporên ÎHD û TÎHV’ê de cih girtin wiha ne:

Di encama qanûna erka zordarî û bikaranîna çekê ya bekçiyan de, ku 18’ê Kanûna 2020’î kete meriyetê;

“Di encama kuştina bêdaraz, gulereşandina bi hinceta ‘li hişyariya raweste guhdarî nekiriye’ 12 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn.

Di encama şerê çekdarî de yê li nava welêt, herî kêm 45 wezîfedarên ewlekariyê (32 jê leşker, 11 jê polîs, 3 jê cerdevan), 160 milîtan, 20 jê sivîl bi giştî 225 kesî jiyana xwe ji dest dan. Vê demê herî kêm 50 wezîfedarên ewlekariyê (46 jê leşker, 2 jê polîs, 2 jê cerdevan) û 29 jê sivîl bi giştî 79 kes birîndar bûn.

Di encama bûyerên ku wesayitên hêzên ewlekariyê yan jî yên saziyên fermî lê qelibîn, herî kêm 2 kesî jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bûn. Bi teqîna mayin, bombeyan re kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li nexweşxaneyan ji ber nexweşî, xwekuştin, tundî, xemsarî û hincetên cihêreng herî kêm 49 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di encama êrişên nijadperestiyê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn. Parlamenter, rêveberên partiyên siyasî, nivîskar, rojnamevan û hunermend jî di nav de gefa kuştinê herî kêm li 14 kesî hate xwarin.

Herî kêm 20 kesên wezîfeya leşkeriyê dikirin di encama qeza, teqîn an jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Di encama şer de yê li Herêma Rêveberiya Kurdistanê ya Iraqê qewimîn, 21 wezîfedarên ewlekariyê (19 leşker, 2 cerdevan), 12 sivîl û 116 jê milîtan bi giştî 149 kesî jiyana xwe ji dest dan, 10 jê leşker, 8 jê sivîl 18 kes jî birîndar bûn. Li Sûriyeyê di şer de 78 leşker, personelekî sivîl bi giştî 79 kesî jiyana xwe ji dest dan, 82 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyên fermî heta 30’ê Mijdara 2020’î ji ber şewba Covîd-19 herî kêm 13.746 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) heta 28’ê Mijdara 2020’î ji ber şewba Covîd-19 185 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

‘LI GIRTÎGEHAN 49 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN’

Di nava 14 salên derbasbûyî de hejmara girtî û hikumxwaran bi qasî şeş qatî zêde bûn, 291 hezar û 546 kes hatin tespîtkirin. Li girtîgehan bi giştî 1605 girtiyên nexweş hene ku rewşa 604 ji wan giran e. Li gorî raporê 49 girtî ji ber nexweşî, tundî, xemsariyê jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 8 girtî ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan. Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem parêzer Ebrû Tîmtîk ku ji bo darizandina wekhev û li dijî zext û zordariyan ketibû greva birçîbûnê di roja 238’an de, Mûstafa Koçak jî di roja 297’an de jiyana xwe ji dest dan. Encama koma Grûp Yorûm ji bo karibe bi rengekî azad muzîka xwe bike û ji bo mafê dairzandina wekhev Helîn Bolek di 3’ê Nîsana 2020’î de di roja 288’an a greva birçîbûnê û endamê komê Îbrahîm Gokçek jî di 7’ê Gulana 2019’an de di roja 323’an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.

’79 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE’

Li gorî rapora 2’ê Kanûna 2020’î ya Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) li Tirkiyeyê 79 rojnamevan girtî ne. 253 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê li 132 dozan hatin darizandin.

‘LI WANÊ 4 SAL IN XWEPÊŞANDAN QEDEXE YE’

Di raporê de hate ragihandin ku bikaranîna mafê xwepêşandan û kombûnê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi rengekî kêfî, tundî û zordarî hate astengkirin. Walîtî û qemeqamtiyan li 35 bajaran ji rojekê heta 30’î bi giştî 115 carî lidarxistina çalakî û xwepêşandanan qedexe kirin. Bi destwerdana li 731 civîn û xwepêşandanên aştiyane re, hêzên ewlekariyê 1929 kes bi êşkenceyê û kiryarên xerab destgîr kirin. Mînaka herî dijwar a vê yekê jî li Wanê ye. Li Wanê qedexeya ji bo 15 rojan a xwepêşandanan ji 21’ê Mijdara 2016’an heta 20’ê Mijdara 2020’î bi giştî 1474 caran hate dirêjkirin. Xelkê Wanê 4 salan bi rengekî bênavber ji azadî û mafê demokratîk bêpar hate hiştin. Çalakiya rûniştinê ya hefteya 800’î ya Dayikên Şemiyê hate astnegkirin, 3 parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan hatin destgîrkirin.

‘POLÎTÎKAYÊN CIHÊKARIYÊ YÊN DESTHILATDARIYÊ’

Li gorî daxuyaniya 28’ê Mijdara 2020’î ya Wezareta Karên Hundir di çarçoveya lêpirsînên PKK/KCK’ê de heta 27-28’ê Mijdara 2020’î li 42 bajaran di operasyonan de 641 kes hatin destgîrkirin. Bi hinceta ji ber biryarnameyan ji kar hatin dûrxistin mazbata nedan 40 hevşaredaran. Kes an jî kesên nenas êriş birin ser 7 avahiyên partiyê.

Ji ber nêzîkatî û polîtîkayên cihêkar, tundî û ewlekarîperestiyê yên desthilatdariya siyasî, êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan zêde bûn. Li Tirkiyeyê di nava 10 mehên destpêkê yên sala 2020’î de di 14 êrişên nijadperestiyê de 7 kesî jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn. Di 9 êrişên cuda yên nijadperestiyê de ku li dijî Kurdan hatin kirin 2 kesî jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn. 2 ji van êrişan li dijî kesên ji neçarî leşkerî dikirin hate kirin.

‘260 JIN JI ALIYÊ MÊRAN VE HATIN KUŞTIN’

Di sala 2020’î de tundiya mêr a li dijî jinê kêm nebû, berevajî zêde bû. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2020’î de 260 jin hatin kuştin. Herî kêm 92 jin bûn hedefa destavêtinê, 136 jin bûn hedefa destdirêjiyê û 731 jin jî bûn hedefa tundiyê.

‘KUŞTINA LI SER KAR’

Li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran di 11 mehên destpêkê yên sala 2020’î de di encama qeza/kuştina li ser kar de herî kêm 84 koçber-penaberan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman daneyan li tevahiya Tirkiyeyê 2032 karkerî li ser kar jiyana xwe ji dest dan.”