Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kruz, piştî meşa 1’ê Gulanê twetek weşand û rêxistinbûna Kurdan Feykom weke ‘terorîst’ bi nav kir. Ev nêzîkatiya Kruz hate şermezarkirin.

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kruz, twetek weşand û hildana pankarta li ser berxwedana grevên birçîbûnê ya Kurdistaniyan di meşa 1’ê Gulanê de weke ‘terorîst’ îlan kiribû.

Kurdistaniyan diyar kirin, nayê qebûlkirin ku Kruz rêxistinbûna Kurdan Feykomê krîmînalîze bike û ji rayedarên Awûstûryayî re faks şandin.

Kurdistaniyan piştre jî li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê belavok belav kirin.