Pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech bal kişand ser bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê û got, “Îmrali ji aliyê hiqûq û mafên mirovan ve rûpela herî tarî ya Ewropayê ye.”
Zanyarê Elman Prof. Norman Paech ne tenê li Elmanyayê, her wiha li tevahiya Ewropayê yek ji pisporên siyaset û hiqûqa navneteweyî ye ku yekî naskirî ye. Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopîne.
Prof. Norman Paech ji ANF’ê re li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora azadiya Ocalan a li ser herêmê nirxand.
‘DÎLGIRTIN Û TECRÎDKIRINA OCALAN SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
Prof. Norman Paech ku gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, bal kişand ser dîlgirtina Ocalan û got, “Demeke ewqasî dirêj dîlgirtina mirovekî hêja yê mîna Ocalan, her wiha tecrîdkirina wî bi rengekî dijwar, sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Bêguman di vir de rola Ewropayê gelekî girîng e, ji ber ku di serî de Elmanya, welatên Ewropayê bi israr gotin ku ti karekî wan bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re nîne. Ewropa ku di parçekirina Kurdistanê de rola xwe heye, her wiha para xwe di bingeha vê pirsgirêkê de heye, li şûna ku bi Kurdan re tevbigere ku Kurd têkoşîneke rewa dimeşînin, rabû bi rejîma Erdogan re sûc kir ku ev rejîm mîna rêxistineke sûcê ye. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, baştir tê fêhmkirin bê çima Birêz Ocalan hîn jî girtî ye.”
‘SÎSTEMA TECRÎDÊ Û GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ RÛPELA HERÎ TARÎ YA SIYASETA EWROPAYÊ YE’
Prof. Norman Paech destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd lê tê girtin û sîstema tecrîdê ya li wê derê, ji aliyê siyaseta mafên mirovan û hiqûqê ve ji bo Ewropayê rûpela herî tarî ye û wiha dewam kir: “Ev rewş di heman demê de ji bo Elmanyayê jî derbas dibe. Sîstema Îmraliyê ji bo siyaseta mafên mirovan û hiqûqa Elman rûpela herî tarî ye. Heman Elmanya û Ewropayê, siyaseta êrişkar a Erdogan, dagirkirin û talankirina Efrînê, dagirkirina Rojava û êrişa li ser Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve hat. Bêguman ev siyaseta Erdogan li paytextên Ewropayê li pêşiya raya giştî timî tê rexnekirin, lê belê di pratîkê de tiştek nayê kirin û Erdogan gav bi gav bêperwa dibe. Sedema vê hevkariya dewleta Tirk û welatên rojavayî; beriya her tiştî ew e ku Tirkiye welatekî endamê NATO’yê ye û şantaja Erdogan a bi rêya penaberan dike. Di vir de nakokiyeke mezin heye; ji ber ku şerê dibe sedema rûdana pêla penaberan bi piştgiriya hêzên rojavayî tê derxistin. Piştre jî ji bo penaber neyên welatên rojavayî, serî li ber gefên Erdogan tê tewandin.”
‘FIKRÊ OCALAN LI ROJAVA KETE MERIYETÊ’
Prof. Paech bi bîr xist ku hevdîtina wî ya destpêkê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, sala 1996’an li Şamê bû û got, “Di wê hevdîtinê de li ser mafê statuyê yê Kurdan ê li Rojhilata Navîn me nîqaşeke berfireh kiribûn. Di vê hevdîtinê de wî gotibû ku Kurd li nava sînorên dewletên cuda ne, lewma li şûna avakirina Kurdistanê qala fikrê federasyoneke gelan a li Rojhilata Navîn dikir. Diyar kiribû ku tenê bi federasyoneke wiha Kurd û gelên din dikarin bi rengekî azad û wekhev bijîn. Anîbû ziman ku federasyonek dema bi perspektîfa aştiyane bê nirxandin, hingî sînorên mêtinger ên berê wê bi demê re ji holê rabin û bi vî rengî wê mafên gelan hemûyan ên li herêmê misoger bibin. Piştî bi salan ev proje li Rojava kete meriyetê û rêveberiyeke demokratîk li wir ava bû ku gelên li herêmê bi rengekî wekhev cihê xwe di nav de digirin. Ev sîstema ku li ber fikrên Ocalan ava bû, heta niha hewldana yekemîn û ya destpêkê ye. Lewma dibe hedefa êrişên dewleta Tirk. Bêdengiya cîhana rojavayî jî bi dîtina min ji aliyê mafên mirovan û demokrasiyê ve birîna herî giran a welatên rojava ye.”
‘EGER OCALAN AZAD BIBE WÊ LI HERÊMÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ BIKE’
Di dewama axaftina xwe de Prof. Paech destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Rojhilata Navîn pêşî li pêvajoyeke nû veke û got, “Bi dîtina min azadiya wî wê hikumetên li herêmê hemûyan demokratîk bike, wê pêşî li jiyaneke wekhev û azad a hemû gelan veke.”
Prof. Norman Paech destnîşan kir ku Ocalan bi salan e xeta xwe ya aştî û demokrasiyê dibarêze û got, “Ev sekna wî ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan gelekî hêja ye.”