Di doza siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk de ku Çileya derbasbûyî hate destgîrkirin û ji meha Tîrmehê ve li Hambûrgê rûniştina darizandinê pêk tê, Prof. Norman Paech ji bo bibe ‘kesê bi mijarê zane’ serlêdan kir.

Mûstafa Çelîk meha Çileyê ya derbasbûyî li mala xwe ya li Bremenê hatibû destgîrkirin. Bûyerên ku bi serê Mûstafa Çelîk ve hatin, nîşaneya berçav a siyaseta dewleta Elman a ji bo krîmînalîzekirina siyasetmedar û aktîvîstên Kurd e. Çelîk yek ji wan mexdûran e ku bi benda 129b tê darizandin ku ev xal li dijî tevgera azadiyê ya Kurd ketiye dewrê. Çelîk berê jî di sala 2015’an de bi cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Piştî ku 2 salan dîlgirtî ma, azad bû. Lê belê ji heman sûcdariyê careke din tê darizandin. Çelîk ji ber nexweşiyên kronîk û reh, her wiha ji ber nexweşiya gurçikê demeke dirêj e tê dermankirin, tevî ku di bin kontrola doktor de tedawî dibe, bi mehan e li girtîgehê ye. Darizandina Çelîk meha Tîrmeha derbasbûyî li Dadgeha Herêmê ya Bilind a Hambûrgê dest pê kiribû.

Rûniştinên dozê wê di 7’ê Îlonê û 9’ê Îlonê de ji nû ve dest pê bikin. Prof. Norman Paech ji bo ku bi rengê ‘kesê bi mijarê zane’ lê bê guhdarî kirin, serî li dadgehê da. Li gorî agahiyan, yek ji zanyarên naskirî yê Elman Prof. Paech xwestiye nêrînên xwe yên li ser dozên ku li Elmanyayê bi îdîaya ‘endametiya rêxistina terorê’ li dijî siyasetmedar û aktîvîstên Kurd tên meşandin, nêrîna xwe bîne ziman.

Di hin dozên beriya niha de yên li Elmanyayê Prof. Dr. Paech bi sernavê “Pirsgirêka Kurd û hiqûqa navneteweyî” daneyên zanistî pêşkêş kiribû ku çima PKK rêxistineke terorîst nîne