Li Stenbolê Darbeya 12’ê Îlonê hate şermezarkrin. Di çalakiyê de hate gotin rejîma darbeyê bi AKP’ê re didome.

Di salvgera darbeya leşkerî de ya 12’ê Îlonê li Hevrazê Kazanci ya Taksîmê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ya bi pêşengiya Helkefta 78’yiyan HDP, EMEP, Devrimcî Partî, Karşi Sanat Çalişmalari, Marksîst Tutum, SKYPB û Partiya Keskan a Çepgir hazir bûn.

Di çalakiyê de endamê Helkefta 78’iyan Nîmet Tanrikulu axivî û got heta ku bi dîroka tije xwîn re hevrû nebin serdemên darbeyan qet wê neqedin.

Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Nûnerê Stenbolê yê Helkefta 78’yiyan Yûnis Bircan ve hate xwendin. Bircan got li welêt bi salane lîstika demokrasiyê tê lîstin û got, ”12’ê Îlonê bi rejîma Erdogan didome.”

Di daxuyaniyê de darbeya qeyûm û polîtîkayên şer hatin destnîşankirin.