Parezer Ercan Kanar, bal kişand ser biryara DMME’ê û diyar kir ku DMME di demên dawî de ji nirx û rêgezên xwe dûr ketiye û bêtir berjewendiyên dewletan diparêze. Kanar, anî ziman ku Dadgehê di 2014’an de der barê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara “îhlal” heye da û niha li dijî biryara xwe ya berê tev digere.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) 47 dewlet aliye wê ne û îmze avêtiye bin peymanê. Di demên dawî de DMME’ê bi biryarên xwe, nasnameya xwe kiriye mijara niqaşê. Bi taybetî piştî DMME daxwaza parêzeran red kir niqaş û bertekên li ser DMME’ê zêde bûn. Li gorî peymanê ger ku hiquqa hundirîn bi dawî bibe, kesên eleqeder dikarin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bidin û li mafê xwe yê hiqûqî bigerin. Li gorî îstatîstikan dadgehê ji 1 ‘ê Çileya 2018’an heta niha, Tirkiye di sala 2017’an de welatê 3’emîn ê ku doz birine DMME’yê. x
Li gorî rapora Konseya Ewropa ya Nîsanê Tirkiye di sala 2017’an de welatê herî zêde biryarên DMME’ê binpê kirine.

Têkildarî rewşa Tirkiye hiqûqnasê navdar Prz. Ercan Kanar, bal kişand ser rol û rista DMME’ê ya berê û ya îro.

Kanar, anî ziman ku Peşmana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME), mafê bingehîn ê mirovan esas digire û bi armanca avakirina pergala cemaweriyê hatiye avakirin. Kanar, da zanîn ku bi vê hedefê bêtir li ser mafê azadiya kesan rawestiya ye û wiha got: “DMME jî milê darazê û pergala darazê ya milê cemaweriyê digire dest. Dadgeh, beyî ku cudakariya di navbera ol, bawerî, ziman, çand, nasname û ramana siyasî de cudahiyê bike armanc dike ku venêrtina îhlalên ku ji aliyê dewletên Ewropa dike armanc bike.

‘DMME ARMANCA XWE YA ESASÎ NE PARAST’
Kanar, bilev kir ku DMME bi biryara dayî ji rol, misyon û armanca xwe dûr ketiye û wiha berdewam kir: “Niha ji bo xwe ji karê zêde xelas bike gelek serlêdanan dîsa li dadgehên herêmî vedigerîne. Dozger û dadgerên ku hatine erkdarkirin jî ji ber ku ji aliyê dewletan ve tên şandin, li gorî pîvanên azadiyê tev nagerin. DMME di demên dawî de bi biryarên ku dide dewletên aliyê dozê diparêze û biryarên rast kêm dide. Bi taybeti piştî dadgerên ku Ewropaya Rohilat dûr hatin bêtir dewletan diparêzin. Welatên Ewropa Rojhilat îro ketine rewşa totalitarizmê.”

‘PÊDIVÎ BI REFORMA AZADÎPARÊZ HEYE’
Prz. Kanar, da zanin ku her çend DMME zêde xwe di bin bandora hêzên siyasî de nîşan nede jî dîsa pêdivî bi reforma azadîparêz heye. Kanar, da zanîn ku YE dema xwe ya herî lawaz dijî û her ku diçe ber bi tevgerên rastgir ve hişemite û bêtir nêzî rejîmên totalitarizmê dibin û wiha lê zêd ekir: “Ev rewş dike ku DMME li hemberî deletan serî biteîne. Ji ber vê yekê jî pêdiviya DMME’ê bi reformên azadîparêz heye. Gelek caran DMME peymanên xwe îhlal dike.”

‘DIVÊ SAZIYÊN HIQÛQA XWESER DADGERAN HILBIJÊRE’
Kanar, anî ziman ku ji bo dadger biryara rast bidin pêwiste ne ji aliyê dewletan ve, ji aliyê Saziyên Hiquqa Xweser ve bên hilbijartin û wiha bi dawî kir: “Ji bo DMME karibe hêza xwe li ser dewletan nîşan bide pêdivî bi dadgerên xwedi biryarên rast heye. Divê raporên mafên mirovan li ber çavan bigirin. Divê dîsa raporên kesên zana qebûl bikin. Di dozên girîng de rêxistina Efoya Navneteweyi jî mudaxîlî dozê bike. Ger ku ne wisa be mirov nikare qala serxwebûna DMME bike. Biryara ku niha DMME dayeli dijî biryara berê ye. Dadgehê di 18’ê Adara 2014’an de der barê Ocalan de biryar da. Lê niha biryar red kir. Ev nakokî ye. Îhlala xala 3’emîn a PMME’ê ye.

CEZAYÊ HEPSÊ YÊ HETA HETA BI XWE ÎŞKENCE YE
DMME diyar dike ku “kesê navê wî tê gotin cezayê hepsê yê muebetê dê bandora neyînî li ser înfaza wî neke. Dê diyar bike ku hikumdar bê berdan a na”
Divê berî her tiştî bê zanîn ku cezayê hepsê yê muebetê bi xwe muameleya xerab e. Divê piştî demekê û şûnde ev ceza li ber çavan bê derbas kirin. Li dadgehên Almanya, Dadgehên Îtalya, di heman fikrê de ne. Forma Înfazê ya Ceza ya Portekizê cezayê heta heta rakiriye. Komîteya wezîran a Konseya Ewropa der barê girtiyên rastî cezayê zêde hatine li gorî biryara tafsiye ya R(76)2 diyar dike ku dewletên cezaye muebetê daye, pêwiste piştî 8 û 14 salank, ceza dîsa li ber çavan derbas bike. Niha rewşa cezayê muebetê bi xwe cezayê işkene u muameleya xerab e.
Divê rêxistinên hiqûqê û parazvanên mafên mirovan ji bo cezayê heta heta bê rakirin divê kampanyayekê bi awayekî cîddî bi rêxistin bikin.”