Vladimîr Pûtîn piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû û Serfermandarê Giştî Valerî Gerasîmov re daxuyanî da û got, “Ez fermanê didim Wezîrê Parastinê û Sererkanê Artêşa Rûsyayê ku hêzên bi bandor ên artêşa Rûsyayê bixe nava şerê taybet.”
Serokê Rûsyayê diyar kir ku rojava ne tenê gavên aborî yên dijminane avêtiye, rayedarên payebilind ên NATO’yê jî li dijî Rûsyayê daxuyaniyên tund didin.
Sergey Şoygû diyar kir ku hêzên bi bandor ên ku ji hêla Pûtîn ve hatine hişyarkirin jî pêkhateyên nukleerî û çekên hîpersonîk di xwe de dihewîne.
Di roja çaremîn a operasyona ku Rûsyayê di 24’ê Sibatê de li ser Ûkraynayê dabû destpêkirin, hêzên Rûsyayê pêşveçûna xwe didomînin.
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky roja Yekşemê danê sibê got ku wan “şeveke dijwar” derbas kir.
Rûsyayê diyar kir ku wan du bajarên mezin ên li başûrê welat Xerson û Berdîanskê dorpêç kirine.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, bi giştî 975 navendên leşkerî hatin îmhakirin. Hat diyarkirin ku di nav van de pergalên parastina hewayî yên S-300 jî hene.
Hêzên Rûsî her wiha ketin Xarkivê ku duyemîn bajarê herî mezin ê li bakurê rojhilat welat e. Pevçûnên li bajêr dewam dikin.
Pevçûn li nêzî paytext Kîevê didomin.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ragihand ku şerê Ûkraynayê dibe ku “bi salan” bidome.
ZELENSKÎ MÛZAKEREYÊN LI SÎNORÊ BELARÛSÊ QEBÛL KIR
Serokomarê Ûkraynayê Zelenskî qebûl kir ku li Gomelê ya li ser sînorê Belarûsê mûzakere bike. Zelenskî diyar kir ku bi hevtayê xwe yê Belarûsî Alexsandir Lûkaşenko re bi telefonê axivîn.
Zelenskî got, “Me li hev kir ku şanda Ûkraynayê bêyî şert û merc li ser sînorê Ûkrayna-Belarûs, li nêzî çemê Prîpyatê bi heyeta Rûsyayê re bicive. Alexandir Lûkashenko got: “Berpirsiyariya nihayî ya ji bo ku hemû balafir, helîkopter û mûşekên ku li ser axa Belarûsyayê hatine bicîh kirin, di pêvajoya navber a derbasbûnê, danûstandin û vegera şanda Ûkraynayê de li erdê bihêle, girt ser xwe.”
Şandeya Rûsî jî ragihand ku ew di bin serokatiya şêwirmendê serokomariyê Vladîmîr Medînsky de derketine rê. Heyetê got, “Ji bo me her saet jiyanekê rizgar dike ye.”
Di vê navberê de li gelek deverên cîhanê ji bo Ûkraynayê çalakiyên piştgiriyê tên lidarxistin.
Li gorî polîsan li paytexta Elmanya Berlînê 100 hezar û li gorî organîzatoran 500 hezar kes daketin qadan.