Ajansa Tas a Rûsyayê diyar kir ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn têkildarî gefên piştî ceribandina moşeka Mecneh a DYA`yê ya nû û bergiriyên amadekariyên wiha, Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê yên Rûsyayê erkdar kirin.
Îro Buroya Çapemeniyê ya Kremlînê diyar kir ku bikaranîna moşekên nû ji hêla DYA`yê ve, nîşana vekişandina ji hevpeymana hêzên nukleerî ye. Ceribandina moşekan bi destê DYA’yê di rêjeya duyemîn de bû û wekî rêzexelekên planên berê ye.
Pûtîn di civîna li gel Meclisa Ewlekariya Rûsya de bal kişand ser ku piştî vekişandina DYA`yê dê garantiya ewlehiyê mîsoger bike. Tê zanîn ku vekişandina DYA`yê ji hevpeymanê dûrketina ji moşekên menzîlnavîn û menzîlkurt, yekalî ye.
Pûtîn ji endamên Meclisa Ewlekariyê ya Rûsya re got: “Ji ber pêşxistina me ji nûtirîn sîstemmê re, ku bi rastî jî ji bo nûtirîn çek di pergalên cîhanê de, bêhempa ye, Amerîka ji sîstema parastina moşeka ya 2003`yan vekişiya.”
Di heman çarçoveyê de Pûtîn tekez kir ku Moskov ji bo xurtkirina ewlehiya cîhanê û vegera giraniyê, ji diyaloga bi Washingtonê re amade ye.
Her wiha Pûtîn got Moskov tevî kiryarên DYA`yê dê nekeve bin bandora pêşbirka çekdariyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Wekî hûn dizanin em naxwazin û em ê nexwazin û nekevin bin bandora pêşbirka çekdarî ku aboriyê me wêran bike.”
(eh)