Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh civîna xwe ya mehane li dar xist. Di encamnameya civînê de behsa gelek buyerên girîng hate kirin.
Di encamnameya civîna PYD’ê de wiha hate gotin:
“Desteya Rêveber a partiya me PYD’ê civîna xwe ya mehane li dar xist û bi baldarî mijarên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê nirxandin û guhertin û geşedanên di aloziya Sûriyeyê de gotûbêj kirin.
Di civînê de hate piştrastkirin ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê tenê di çarçoveya siyasî de pêk tê. Rastiya vê rêbazê tenê bi şêwazên demokratîk û civakî pêk tê û tê de bingehên nêrîna siyasî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê zelal dibe. Ji bo çareseriya siyasî pêk were divê rêgezên wê yên bingehîn bêne diyarkirin û ber bi bidawîkirina aloziyê ve biçe û dest bi çareseriyê were kirin û yekitiya Sûriyeyê were avakirin û serweriya dewletê ya nenavendî li gorî destûra Sûriyeyê ya demokratîk pêk were û tê de rêbazên hilbijartin û nûnertiya piralî di Sûriyeyê de pêk werin.
Tevî ku pêşniyarên ku karûbarên Sûriyeyê dinirxînin bi israr in; yên hundirîn, çi herêmî û çi jî navneteweyî, lê piraniya wan li hemberî çareseriya siyasî ya demokratîk nakok in. Diyar e israra di çareserkirina leşkerî de dûrî çareseriya siyasî asta tundiyê zêde dike û li şûna rastiyên siyasî dijberiyê zêde dike.
Di civînê de hate gotin ku gava yekemîn di peydakirina çareseriyê de ji rizgarkirina herêma Efrînê dest pê dike û vegereke ewle ji welatiyên Efrînê re pêk were û dagirkeriyên Tirkiyeyê li herêmên cuda yên Sûriyeyê were bidawîkirin û riêya derbaskirina wê ya tabûrên leşkerî di Idlibê de were girtin.
Rêveberiya Xweser bingeha aramî û ewlehiyê ye
Di encamnameya civînê de tê gotin ku damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiyek e û çareseriya siyasî ya Sûriyeyê piştrast dike. Her wiha koordîne di navbera rêveberiyên Xweseriya Demokratîk û meclîsên sivîl de erkek e. Ev dezgeh ewlehî û aramiya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê diçespîne û xebatên di aliyê xizmetguzarî û civakî de temam dike. Her wiha bandora wê erênî li giştî Sûriyeyê dike û gaveke ber bi xurtkirina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhate, etnîsîte, netewe û baweriyên di Sûriyeyê de ye.
Helwest û daxuyaniyên hin aliyên li Rojava û hewldanên wan ên xebatên li dijî destkeftiyên gel û yên bi rêya Rêveberiya Xweser hatine bidestxistin, tenê nûnertiya fikra wan aliyan dikin ku li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev digerin ku serkêşiya wê rêjîma Tirkiyeyê ya dagirker dike. Vê rêveberiya xweser derbeyên giran li terorê dan û ewlehî û aramî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî.
Em piştrast dikin ku em ê li hemberî van kirinan li ber xwe bidin. Divê gelê me jî li hemberî van kirinan hişyar e û hemû aliyên ku li hemberî projeya çareseriya demokratîk derdikevin reş bike. Ev yek, kesên ku li derveyî daxwaza niştimanî ya gelê Kurd di Sûriyeyê de tev digerin, digire nava xwe. Ev kes hewl didin destkeftiyên gel ji xwe re bi kar bînin û tu girêdana wan bi çareserkirina dozên niştimanî û demokratîk û doza Kurdî di Sûriyeyê de tune ye.
Em bang li hemû partiyên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî û asûrî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û li derveyî wê û giştî gelê xwe dikin ku bi berpirsyarên xwe rabin û li hemberî van komployan derkevin. Îradeya gelê me hemû planên dijmin têk şikandin. Şikandina van planên qirêjî ji berxwedana Serêkaniyê ve dest pê kiriye û hê jî didome.
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve me xwe spart xeta sêyemîn û me felsefeya neteweya demokratîk pejirand. Bi rêya projeya Rêveberiya Xweser me nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê ber bi guhertineke demokratîk ve kir.
Li vir em careke din piştrast dikin ku em piştgiriyê didin danûstandinên bi desthilatdariya Sûriyeyê re. Li ser vê yekê hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk û rêjîma Sûriyeyê de em gaveke girîng dibînin.
Divê ji bo danûstandinên li ser bingehên rasteqîn pêk werin, em xebatên xwe berdewam bikin da ku Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk, piralî û laîk were avakirin.
Girêdayî mijarê em biryara bi hejmar /16/ eger pêk were, wek parçebûneke metirsîdar di Sûriyeyê de dibînin.
Parlemana Sûriyeyê ya heyî ne rewa ye
Di dema niha de em parlemana Sûriyeyê ya niha rewa nabînin û nûnertiya gelê Sûriyeyê û civaka Sûriyeyê nake û li gorî hilbijartinên zelal pêk nehatiye. Em vê biryara parçekirinê tu carî qebûl nakin.
Belgeya ‘Koma Biçûk’ (Amerîka, Fransa, Erebistana Siûdî, Misr, Almanya, Brîtanya û Urdun) girîngiya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rola wê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de li ser bingeha wê ya danûstandinên siyasî piştrast dike. Her wiha destpêkeke girîng ber bi veguhertinê ve ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke rewa ya şoreşgerî ye û ber bi çarçoveyeke qanûnî ya rewa ve diçe.
Bi şêwir û xwespartina vê belgeyê çareserkirina aloziya Sûriyeyê nêzîk dibe û jêderên terorê bi hemû şêwazên wê yên madî, darayî û fikrî ziwa dibin.
Lihevkirina vê koma biçûk bi Rûsyayê û hin aliyên din re li rex bingehên vê belgeyê û encamên wê di nûkirina rêbazên komîteya destûrî û nûnertiya rasteqîn û çalak a gelê Sûriyeyê û yê girêdayî karûbarên mirovî bi hemû dosyayên wê wekî dosyaya koçberan û kesên winda bûne; ev wek ragihandina qonaxeke nû tê dîtin da ku lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê bê rawestandin.
Kongreya neteweyî
Di encamnameyê de hate gotin ku lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî di Sûriyeyê de pêwîstiyeke dîrokî ye, da ku ajandeyeke niştimanî ya Sûriyeyê û neteweyî ya kurdî pêk were û bibe destpêka damezirandina kongreya niştimanî ya Kurdistanê û hevgirtina niştimanî ya civaka Kurdistanê were piştrastkirin.
Encamnameyê biryara dadgeha mafên mirovan a Ewropayê ku daxwaznameya Desteya Parastinê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qebûl nekiriye, rexne kir û got ku ev biryareke siyasî ye û tu girêdana wê ya qanûnî tune ye û berovajî pîvan û qanûnên dadgehê bi xwe ye.
Di encamnameyê de bang li gelê Kurdistanê û dostên wan û hêzên demokratîk ên laîk li Rojhilata Navîn û cîhanê hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan xwepêşandanan li dar bixin, nemaze 9’ê Cotmehê rastî salvegera 19’emîn a Komploya Navdewletî li dijî rêber û fîlozof Ocalan tê.
Di dawiya encamnameyê de serkeftina Dr. Berhem Salih di serokatiya komara Iraqa Federal de li gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên wê û bi taybet gelê Kurd li herêma başûrê Kurdistanê hate pîrozkirin.
Desteya Rêveber a partiya me piştgiriya hemû xebatên çespandina ewlehî û aramiya herêmê dike û destkeftiyên gel ku rastî keysbaziyan tên û bi taybet ji aliyê rêjîma faşîst a Tirkiyeyê ve ku metirsiya herî sereke li hemberî hebûna Kurdan e, diparêze.”