Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê, îdiayên ku şandeyeke partiya wan serdana PDK’ê kiriye, derewandin.

Hin dezgehên çapemeniyê di rojên dawîn de îdia kiribû ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiriye. Der barê van îdiyan de nûnertiya PYD`ê ya li Başûrê Kurdistanê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî îdiayên serdanê derewandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hin dezgehên çapemeniyê di rojên dawîn de û bi taybet li herêma Kurdistanê îdia kiribû ku partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk serdana herêma Kurdistanê kiriye û bi rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiyane. Em wek nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk li herêma Kurdistanê di demekê de ku em ji bo peywendiyan û avakirina têkiliyên Kurdistanî tev digerin, lê em tekez dikin ku di rojên dawîn de tu şandeyên me serdan nekirine. Ev îdia dûrî rastiyê ne û ev tenê gotegot in ku dixwazin tevliheviyan derxin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demekê de ku êrîşên Tirkiyeyê li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, îdiayên bi vî rengî belav dibin.”

Nûnertiya PYD’ê tekez kir ku ev nêzîkatiyên dezgehên çapemeniyê bê esehî ne û wiha lê zêde kir: “Divê gelê me li şerê taybet û psîkolojîk şiyar be, em tekez dikin ku divê çapemenî û raya giştî girîngiyê nedin îdia û gotegotan û wan paşguh bikin.”