Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya ji bo 4 rojan dest pê kir.
Di çarçoveya tevdîrên dijî pandemiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) de li 31 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve dest pê kir.
Li gorî biryarê; ji 22’ê Nîsana 2020’an saet 24:00 heta 26’ê Nîsana 2020’an saet 24:00 wê li 30 bajarên mezin (Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan) û Zongûldakê ji bilî rewşeke îstîsnayî wê liv û tevgera welatiyan a li derve qedexe be.