Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, biryara xwe ya qedexekirina çalakî û xwepêşandanên li bajêr meheke din dirêj kir.
Biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanên li Colemêrgê ku beriya niha gelek caran hatibû dirêjkirin careke din hate dirêjkirin.
Di daxuyaniya walîtiya Tirk de hate gotin, ji 18’ê Hezîrana 2019’an heta 17’ê Tîrmeha 2019’an li qad, kolan, rê û parkan mîtîng, civîn, meş, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vedana kon, daxuyaniya çapemeniyê û stant hatiye qedexekirin.