Li gorî Serokê Konseya Zanistê ya Fransayê Jean-François Delfraissy di demeke nêz de ji ber sedema hêla koronayê dibe ku sînor disa werin girtin.
Têkilî mijarê Jean-François Delfraissy ji qenala bi navê BFMTV’yê re axivi,got vebijêrk ku sînor werin girtin dîsa li ser ‘masê ye’. Delfraissy got heke tevdîr neyên jidandin piştî Îlonê, ku dibistan vedibin, wê ‘ne serdemeke normal’ be.
Delfraissy got tenê li ser Frnsayê rojê 500 pêketiyên nû têne tespîtkirin û ev nîvê ya pêketiyan e.
Li Fransayê heta niha 170 hezar kes bi korona ketine û 29 hezr 979 kes mirine.
Ji ber Covîd-19’ê ji 15’ê Hezîranê û vir ve sînorên ku li gelek welatên Ewropayê ji Adarê ve girtîbûn dîsa hatibûn vekirin lê piştî mirina bi deh hezaran kesî ya Adar-Nîsanê bi biryareke ku Gulanê hatibû standin sînordarkirinên derketina derve hatibû sistkiri