Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan got çareseriya aloziyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî ve girêdayî ye û wiha got: “Hebûna Sûriyê bi rêya destûrek birêxistinkirî ki xizmeta gelê Sûriyê dike pêkan e. Destwerdanên derve aloziya Sûriyê veguherand aloziyek navdewletî.”
MIHEMED EREB/TEBQA
Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan li ser pêşeroja têkiliyên Rûsya û Tirkiyê bi taybet li ser mijara Idlibê û timayên dewletan li Sûriyê ji ajansa me re axivî.
Di destpêka axaftina xwe de Qeftan bal kişand ser mijara navendiyê ya ku bû sedema sereke di hêrsbûna gel de û got: “Em hertim tekez dikin ku eger tu bixwazî dewletek hilweşînî divê pergala wê navendî be. Mîna hikumeta Tirkiyê ya niha, hikumet ji hikumeta saziyan veguheriya hikumeta hevalan û malbatê. Hikumetek ferdî, navendî û Erdogan nûnertiya wê dike.”
‘Mudexeleyên derve doza Sûriyê navneteweyî kir’
Qeftan diyar kir ku sedemên din hene ku rewşa Sûriyê girêktir kir û wiha pê de çû: “Weke mudexeleyên dewletên herêmî mîna Tirkiyê, Sûdiyê û dewletên din. Aloziya Sûriyê pirsgirêkek hundirîn bû û ji ber mudexeleya wan dewletan veguherî aloziyek herêmî û piştre jî navdewletî. Çareseriya aloziyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî ve girêdayî ye. Ev jî yek ji daxwazên ku partiyê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê bang dike ye.”
‘Ji bo pêkanîna berjewnediyên xwe hewl didin Sûriyê parçe bikin’
Girêdayî timayên derve di parçekirina Sûriyê de Qeftan tekez kir ku ew dewlet hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin û got: “Ew dewlet ne komeleyên xêrxwaziyê ne. Ew dewletên berjewendiyan in. Di nav wan dewletan de ti dijminahî yan jî dostaniyek dayîm tune ye. Wan berjenwendiyên dayîm hene. Lê rola me wek şêniyên Sûriyê li ku derê ye? Em hêvî dikin ku di navbera me û cîhana din de sînor tine bin.”
Girêdayî nêrîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Qeftan got: “Wek partî em bi yekbûna xaka Sûriyê û serdestiya Sûriyê bawer dikin. Lê ne serdestiya niha bi hikumeta xwe ya navendî. Serdestî bi rêya destûrek birêxistinkirî ku xizmeta gelê Sûriyê dike û gelê Sûriyê rolek di amadekirina wê de, beşdarî hikumet, serokkomariyê û parlamenê bibin pêkan e. Em Sûriyê parçe nakin û em hewl nadin ku wê parçe bikin. Paytexta Sûriyê wê hertim Şam bimîne.”
Qeftan li ser mijara Idlibê jî wiha axivî: “Rastiya mijara Idlibê mijareke tevlihev e, her kes dizane ku kuteleya li wir di lîsteya terorê ya cîhanî de ye. Ew Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên dîtir ku rûyê din ê DAIŞ’ê ne. Ev dosya dê çawa bi dawî bibe. Em bi hêvî ne ku hêzên derve û dewletên ku destekê didin wan, koka van koman biqelînin. Eger Tirkiyê be an jî hin dewletên Erebî bin. Em naxwazin ku şêniyên Idlibê êşê bikişînin. Beriya çend rojan me dît ku çawa zarok bi bermîlên teqemeniyê dihatin kuştin. Em dixwazin ku gelê Idlibê wekî gelê herêmên me bijîn. Em dixwazin tevahî gelê Sûriyê biparêzin û divê hemû dewlet kaniya komên terorîst zûha bikin.”
‘Siberoja têkiliyên Tirkiyê- Rûsya tenê bi berjewendiyan ve girêdayî ye’
Girêdayî têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsya Qeftan anî ziman ku têkiliyên wan li ser esasê berjewendiyan hatiye avakirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Her çendî li hev bikin jî lê dê nakokî jî hebin. Divê gelê Sûriyê pêşeroja xwe bifikire. Aloziya Sûriyê dê bi rêya danûstandinên navxweyî were çareserkirin.”
AHNA