Gelê Şengalê li dijî hatina qeymeqamê Şengalê Mehma Xelîl rêya sereke ya Şengalê girtin û bi dirûşman protesto dikin.
Gelê Şengalê ku îro ji navçeya Sinûnê ya Şengalê berbi rêya sereke ya bajêr ve ketibûn rê, tevî hemû astengiyên seytereya hêzên Iraqê ya ketina Şengalê jî, xwe gihandin rêya sereke ya navenda Şengalê.
Gelê Êzidî ji bo ji bo hatina qeymeqam Mehma Xelîl û meclîsa Şengalê ya ser bi PDK’ê ve ku di dema fermanê de wan terk kiribûn, şermezar bikin li ser rêya sereke kom bûn.
Di van kêliyan de qeymeqam Mehma Xelîl û meclîsa bajêr gihîştin ser rêya sereke ku çalakiya nerazîbûnê lê pêktê û li dijî hatina wan dirûşim tên avêtin.
Li gorî agahiya peyamnêrê me çalakî heya van kêliyan jî dewam dike.