Petr Fîala di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da de, diyar kir ku  “ji bo nîqaşkirina tedbîrên lezgîn ên ji bo bikaribin li beramberî rewşa enerjiyê bisekinin”, ew ê banga civîna lezgînî li wezîrên enerjiyê bike.

Civîna lezgînî, ji aliyê Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyenê ve jî hat erêkirin.

Banga civînê piştî biryara kêmkirina rêjeya girêdayîbûyîna bi neft û gaza Rûs a 27 dewletên endamên YE’yê hat kirin.

Fikarên ji ber kêmkirina peydekirina neft û gazê ji Rûsyayê û ji bo pêşerojê, li Ewropayê bû sedema bihabûyîna enerjiyê.

Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Çekyayê Jozef Sîkela got ku divê di demeke kin de konseya enerjiyê ya Ewropayê bicive.

Sîkela li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: “Em bi Rûsyayê re di nava şerê enerjiyê de ne û ev zerarê dide tevahiya YE’yê.”