Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya hilbijartinên rêveberiya herêmî gelek neguhêzbarên şaredariyê dewr kirin.

Qeyûm û waliyê Amedê Alî Îhsan Su îcar jî dest bi dewrkirina parên şaredariyê kir. Meclisa şaredariyê ku ji çendek memûrên hatine tayînkirin pêk tê, di 14’ê mijdarê de biryar da û para ji sedî 33 ya Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Karacadagê û para ji sedî 13 a Herêma Tekstîl Îhtîsas Pîşesaziyê dewrî Serokatiya Şopandina Veberhênan û Koordînasyonê ya di bin sîwana walîtiyê de kir.

Di biryara meclisa şaredariyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinên meclisê de biryar hatiye dayîn ku her du parên behsa mijarê di encama piraniya dengan de hatine dewrkirin.

Lê belê di biryarê de ji bo dewrkirina paran tu sedemek nehatiye destnîşankirin.

Bi para xwe ya ji sedî 33’ê re 5 nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Karacadagê hebûn.

Li Herêma Tekstîl Îhtîsas Pîşesaziyê jî, bi para xwe ya ji sedî 13, 2 nûnerên wê hebûn.