Waliyê Îdirê Enver Unlu yê ku şaredariya Îdirê ya di destê HDP’ê de desteser kiribû, di nav karkerên şaredariyê de polîtîkaya nijadperest dike. Qeyûm şaredariya gel kiriye qereqol.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de, li Îdirê di navbera HDP û partiyên bloka faşîst AKP, MHP, ÎYÎP’ê pêk hat. Partiyên nijadperest AKP, MHP û ÎYÎP’ê bi namzetekî hevpar ketin hilbijartinê lê di hilbijartinê de HDP bi ser ket.

Namzetê HDP’ê ji sedî 50,7 deng stend, namzetê hevpar ê AKP, MHP û ÎYÎP’ê jî ji sedî 46 deng stend. Bloka faşîst îtîrazî vê encamê kir û piştî îtîrazê HDP’ê dengê xwe zêde kir. Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk bûn hevşaredarên Îdirê.

Gelên li Îdirê ji HDP’ê kêfxweş bûn. Heta îro tevgera siyasî ya Kurdan li Îdirê aştî, edalet û xizmeta wekhev kir karê xwe yê yekemîn. Sozên beriya hilbijartinê bi cih hatin û di nava demeke kurt de gelek pirsgirêk çareser bûn.

JI PIŞTGIRIYA JI BO HDP’Ê TIRSIYAN

HDP’ê avahiya şaredariyê kir mala gel. Piştgirî û baweriya gel a ji bo HDP’ê roj bi roj zêdetir bû. Modela HDP’ê ya li Îdirê ji bo Tirkiyeyê dibû mînak. Hikumeta AKP û MHP’ê ji vê rewşê aciz bû û darbe li îradeya gelê li Îdirê kir. Şaredariya HDP’ê ya Îdirê hate desteserkirin, waliyê Îdirê Enver Unlu bû qeyyûm.

Qeyyûm Unlu dema şaredarî desteser kir, xebatkarên Kurd şand karên paqijiyê û hin midûrên li ser beşan ji peywirê stend û ji dêvila wan kesên nêzî AKP û MHP’ê peywirdar kir.

ŞAREDARÎ BÛ QEREQOL

Qeyûm midûrê beşa îmarê ji peywirê stend û kesekî nêzî AKP û MHP’ê peywirdar kir. Qeyyûm midûrê karê fenê û yê mûhasebeyê jî ji peywirê stend. Hin xebatkarên ku ji peywirê hatin stendin û ew şandin beşa çopê, li şûna wan jî polîs hatin peywirdarkirin. Şaredariya Îdirê ya di dema HDP’ê de ji gel re vekirîbû, bi wesayîtên zirxî dora wê hate girtin û bû qereqol