ŞIRNEX – Derket holê ku qeyûmê Silopiyayê, Seroka Baskên Jinan a AKP’ê Gonul Urgen jî di nav de, li şaredariyê bi cih kiriye û kesekî jî kiriye parazvanê Serokê AKP’ya Silopiyayê Fatîh Bîlen. Qeyûm 133 milyon û 453 hezar lîre deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. HDP, di hilbijartina 31’ê Adarê de li Silopiyayê 73.1 ji sedî deng girtin û şaredarî bi dest xist. Lê belê qeyûmê berê hatibû tayînkirin 133 milyon û 453 hezar lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê û qadeke 19 hezar metrekare û Navenda Piştevaniyê ya Jinê bêyî heq dewrî hin saziyan kiriye.  Ji xeynî deyn û dewrkirina mal û milkên şaredariyê, qeyûm di nav 2 salan de 142 kes ji şaredariyê derxistin û 209 kesên nêzî AKP’ê li şaredariyê bi cih kirin. Derket holê ku ji evan kesên li şaredariyê hatine bicihkirin yek jê jî Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Gonul Urgen e. Hat hînbûn Urgen berpirsiyara Midûriyeta Çand û Destekê xebitiye. Hat hînbûn ku qeyûm kesê bi navê M.Z. jî kiriye parazvanê Serokê AKP’ya Silopiyayê Fatîh Bîlen. Hat ragihandin ku M.Z. ji bo beşa paqijiyê li şaredariyê hatiye bicihkirin, lê belê qeyûm wî kiriye parêzvanê Bîlen. Parve bike: