Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê rejîma AKP’ê hatibû dagirkirin, çawişên pispor dike zabita û ji Yozgat û Kayseriyê ‘karker’an tîne li şaredariyê bi cih dike.
AKP’ê li Wanê şaredarî xesp kiribû û 4 hezar karker ji kar derxistibû. AKP’ê şaredariyên gel kiriye wekî qereqolan û polîs û çawişên pispor li şaredariyê bi cih dike.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şaredarî bi qasî milyarek TL xistiye bin deynan û dest daniye ser dahatûya gelê Wanê.
Qeyûm ji bo astengkirina polîtîkaya şaredariya HDP’ê ya li ser karker û xebatkaran, ketiye nav tevgerê.
9 ÇAWIŞÊN PISPOR BÛN ZABITA
Waliyê Wanê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li hemû kuçe û kolanên bajêr polîs bi cih kiriye û hefteya borî jî di çarçoveya vê polîtîkayê de karker li şaredariyan bi cih kir.
Bîlmez ji bajarên Kayserî, Yozgat û Konyayê gelek kes li şaredariyan îstîhdam kir û di vê çarçoveyê de 9 çawişên pispor kir zabita.
Derket holê ku ji nav 127 karkeran, 50 jê ji bajarên Kayserî û Yozgatê ne û xizmên rêveberên AKP’ê ne.