Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxê ya li Şengalê û komkujiya ku piştre kirin, bi pêşandaneke şanoyî protesto kir.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina Qirkirina Şengalê didomin. Bi pêşengiya Meclîsa Gel, Meclîsa Jinê ya Roj û Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî li paytexta Îngilistan Londonê, li qada Camden Town ku yek ji herêmên herî qelebalix e çalakiyeke protestoyî pêk hat.
Di çalakiyê de çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike hatin şermezarkirin û ji bo HPG, YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyan şer kirin dirûşm hatin qîrîn.
Di çalakiyê de wêneyên qirkirinê hatin hildan û skêçek ku ji aliyê Komîsyona Çandê ya Meclîsa Gelê Kurd ve hate amadekirin hate pêşandan.
Di skêçê de komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê kirin û destwerdana HPG’ê ya li komkujiyê hate vegotin. Skêçê bala mirovên li derdorê jî kişand.