Di operasyonên qirkirina siyasî de ya li dijî ESP’ê 5 endamen ESP’ê hatin girtin.

Li dijî ESP’ê operasyonên qirkirina siyasî hatibû destpêkirin û 47 kes hatibû destgîrkirin. Ji nav van 47 kesan 5 kes hatin girtin. Seroka ESP’a Stenbolê Ezgî Bahçecî, Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Sitki Gungor, rêveberê ESP’ê Kerîm Altinmakas, Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Lîmter-Îşê Denîz Bakir û Gulşah Padak hatin girtin.

Li nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Endama Desteya Rêveber a Giştî ya SKM’ê Satîye Ok, Alev Ozkîraz û Ceren Çoban jî cezayê mayîna li malê hate birîn.