Li Amed, Riha û Şirnexê herî kêm 9 kesên din hatin destgîrkirin.
Li Amed, Riha, Şirnex û Antalyayê, endamên HDP’ê jî di nav de serê sibehê avêtin ser gelek malan.
Li navçeya Erxenî ya Amedê avêtin ser mala hevserokê HDP’ê yê navçeyê Zulkuf Bîrgul. Di dema serdegirtinê de Zulkuf Bîrgul ne li malê bû. Polîsan her wiha dor li avahiya HDP’ê ya navçeyê girtin.
Li Rihayê jî avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de dayika aştiyê Hadle Ogûr û hevserê wê Cebraîl Ogûr, Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz û Omer Bozdal hatin destgîrkirin. 4 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Arîf Geren, Cemal Geren, Îdrîs Kayaalp û Zindan Molo hatin destgîrkirin.
Li Antalyayê Halîl Kilici hate destgîrkirin.