Îro dîsa li seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiye girtin û biçav kirin hebû.
Birayê Omer Hayîr Konar ku tevî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tecrîdkirî ye, Alî Konar serê sibehê li Xarpêtê li mala xwe hate binçavkirin.
Lê nehate eşkerekirin ku Alî Konar ji ber çi tê sûcdarkirin.
Polîsên dewleta Tirk, li navçeya Wan Artemêtê, li Taxa Firatê avêtin ser gelek malan û zarokek jî di nav de 7 kes girtin û birin Miduriyeta Polîsan.
Her wuha Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku Stenbol jî di nav de li 16 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 58 kes hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de Yerlîkaya kesên hatine binçavkirin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê”, “Muxalefeta li dijî qanûnê û Fînansoriya rêxistinê” tawanbar kir.