Li Colemêrgê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 ciwan hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya qirkirina siyasî de polîsên tevgera taybet li Colemêrgê girtin ser gelek malan. Polîsan deriyên malan şikandin û alavên malê belav kirin. Di serdegirtinan de Mûrat Yaşar, Hîkmet Namoglû, Bariş Kiskan, Îsmaîl Korkmaz, Sedat Denîz û Huseyîn Orhan hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin kesên hatine destgîrkirin birina Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Colemêrgê.