Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî ESP, SGDF û ETHA’yê hate kirin, li Parîsê hate şermezarkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, operasyona qirkirina siyasî ya li dijî ESP, SGDF, ETHA’yê hate şermezarkirin.
Bi banga ACTÎT’ê çalakî li pêşiya Kembera Strasboûrgê hate lidarxistin û CDK-F û Proleterya Şoreşger jî piştgirî da.
Nûnerê ACTÎT’ê li qada çalakiyê axivî û got, “Em bang li raya giştî ya demokrat, şoreşger û antîfaşîst dikin ku li dijî van êrişan têkoşîna yekbûyî bimeşînin.”
Nûnerê CDK-F’ê jî ji bo mezinkirina berxwedana li dijî êrişên faşîzmê bang kir.