Çeteyên DAIŞ’ê ku li rojhilatê çemê Firatê di devereke teng de hatine dorpêçkirin, li dijî pêşvehatina şervanên QSD‘ê mayîn û teqemeniyan bikar tînin. Şervanên li eniya pêşîn diyar kirin ku çeteyan dever veguhertine zeviyekî mayînan, lê dîsa jî QSD’ê pêşve diçe.
Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê di bin navê “Şerê Tunekirina Terorê” de bi pêşengtiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê Dêrazorê û bi taybet li bajaroka Hecîn a stratejîk ku çeteyên DAIŞ’ê weke baregeha herî dawî ji xwe re bikar tînin, berdewam dike.
Ji şevê din heta niha şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin, li eniya El-Sûsê herî zêde ne. Di şer de çekên giran û sivik tên bikar anîn û şervanên QSD’ê jî jêderên êrîşan armanc dikin.
Şervanên QSD’ê li eniya El-Baxoz 2 km pêşve çûn û gundê El-Miraşdê yê başûr-rojhilatê bajaroka El-Sûsê dikeve rizgar kirin. girîngiya stratejîk a gundê El-Miraşdê ew e ku ji sê aliyan wê çemê Firatê ye û nêzîkî bajaroka El-Sûsê ye.
Li eniyên şer ên berîka herî dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye, çete êrîşên xwe li dijî şervanên QSD’ê didomînin û QSD’ê jî li ser hesabê çeteyan li eniya El-Sûsê pêşve diçe. Çete ji bo pêşvehatina şervanên QSD’ê rawestînin bi siwareyên bombekirî li dijî şervanan bi kar tînin û êrîşên xwekujî pêk tînin.
Nûçegihanên ANHA’yê li rex şervanên QSD’ê derbasî xetên pêşîn ên eniya El-Sûsê bûn û şervanan amadekariya çalakiyeke li dijî çeteyên DAIŞ’ê dikirin. Şervanan diyar kir ku çete ji berbangê ve deverên ku wan rizgar kirine topbaran dikin û ew jî jêderên êrîşa çeteyan armanc dikin. Hin şervanên din jî amadekariya xwe dikirin da ku bi êvarê re derbasî hundirê bajaroka El-Sûsê bibin.
Şervanê QSD’ê Hisên Doçka ji ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: “Em li ber deriyê bajaroka El-Sûsê ne û em ê di demeke nêzîk de giştî bajaroka El-Sûsê ji destên çeteyan rizgar bikin. Pêşveçûna me li vê eniyê tevî hemû êrîşên çeteyan berdewam e û em bi coş û morelên bilind tevdigerin”.
‘Mayînan weke çek li dijî me didin xebitandin’
Hisên diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê nikarin li hemberî wan li ber xwe bidin û ji ber vê yekê mayîn û siwareyên bombekirî li dijî pêşveçûna şervanên QSD’ê bikar tînin û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê dever veguhertine zeviyekî mayînan. Niha me nêzî 1 km dûrî çeteyan in û em ê di demeke nêzîk de derbasî bajaroka El-Sûsê bibin û bi temamî rizgar bikin.”
Mijara sereke parastina jiyana sivîlan e
Şervanê QSD’ê Hisên Doçka di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bajaroka El-Sûsê ji welatiyên sivîl hatiye valakirin û hemû sivîl li bajrokên El-Şehfê û Hecîn de bi cih bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em cihê ku sivîl têde ne baş nas dikin. Ji ber vê yekê em ti carî van deveran topbaran nakin. Mijara me ya sereke di vî şerî de parastina jiyana welatiyên sivîl e.”