Îro qonaxa duyemîn a cezayên ku rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump li ser Îranê ferz kirine ket meryetê. Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat cezayên ku rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump li ser Îranê ferz kirine girêdayî beşên petrol, enerjî û bankan in. Tê payîn ku wezîrê karên derve û wezîrê xezîneyê yên Amerîka lîsteya ku navê 700 kesayet û statûyan ku evan cezayên nû digire nava xwe eşkere bikin. Her wiha navê 8 dewletên ku Waşinton dê ji cezayên petrola Îranê efû bike diyar bikin.
Wezîrê karên derve Mike Pompeo duh ragihand ku rêveberiya Amerîka di dijberiya çalakiyên derqanûnî yên Îranê bi israr e û got ku cezayên Amerîka li dijî rêjîma Îranê ne û ne li dijî gelê Îranê ye.

Ji aliyekî din ve fermandarê Zîrevanên Şoreşgerî yê Îranê Mihemed Elî Caferî soza berxwedana li dijî van cezayan da û got ku welatê wî serkeftinên mezin li hemberî Amerîka di hilbijartinên Îraqê de bi dest xwe ve anîne û got ku sersê payên sereke li Îraq girêday biloka Îranê ne.

Derbarê mijarê Davûd Mîrzayî ku pisporekî aboriyê yê nêzî rejîma Îranê ye, ji ajansa nûçeyan a Îsna re axivî û diyar kir hêz û derfetên kirî yên karkeran 50 heta 80 ji sedî kêm bû. Mîrzayî diyar kir, ev rewş bûye sedem ku di nava gelek malbatên karkeran de pirsgirêk derkeve û got, “Şert û mercên bi vî rengî li pêşiya karkeran asteng in ku pêdiviyên xwe yên bingehîn tedarik bikin. Sendîkayan gelek caran bang li Wezîrê Kar kirin ji bo vê pirsgirêkê çareser bike, lê pirsgirêk nehte çareserkirin.”

Serokê komîsyona aboriyê ya meclîsê Mûhammed Reza Pûr-Îbrahîmî jî bal kişand ser zêdebûna buhayê berhemên bingehîn ên pêwîstiya mirovan pê hene. Serokê komîsyonê beriya niha bi demeke kin got, “Buhayê berhemên bingehîn ên pêwîstiyê, li gorî sala bihurî 30 heta 50 ji sedî zêde bû. Diviyabû bi vî rengî nebûya.”

Buhayê gelek tiştan li gorî par zêde bû. Mesela ji bo got, buhayê berhemên şîr û fêkî 20 ji sedî zêde bû. Ev yek tê wê wateyê; ev made li ser sifra karkeran nîne. Buhayê çaya ji derve tê kirîn, 20 ji sedî zêde bû.
Qîmetê pereyê Îranê li pêşberî dolar roj bi roj kêm dibe. Piştî ku DYA’yê qonaxa duyemîn a ambargoyê êvara Yekşemê xist meriyetê, tê payin ku krîz girantir bibe.

Liser despêkirina qonaxa duyemîn a cezayên li Îranê, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî daxuyaniyek da û got, “Amerîka dixwaze petrol ji Îranê neyê firotin. Lê em ê petrola xwe bifiroşin û ambargoyê têk bibin.”

Rûhanî got, “Ev yek şerekî aborî ye li dijî Îranê, lê belê divê Amerîka fêhm bike ku li dijî Îranê nikare zimanê hêzê bi kar bîne.” Rûhanî diyar kir ku ew amade ne li dijî her şêwe zextan li ber xwe bidin.

Pakêta duyemîn a pêkanînên DYA’yê yên li ser Îranê vê sibehê ketibû dewrê.