Navenda Ragihandina QSDê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyoneke hevbeş ya li gel Koalîsyona Navneteweyî de, serçeteyekî ′xerab û kujer′ yê şaneyên DAÎŞ′ê li gundên Reqayê girtine.
Nqvendê got;
′ Şeva Pêncşemê 28′ê Îlonê, Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê -YAT, yên girêdayî hêzên QSDe û hêzên Koalîsyona Navneeteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî rêveberekî şaneyên çeteyên DAÎŞ′ê bi navê Memduh Îbrahîm El Hecî (Ebû Yûsif) pêk anî.
Operasyon li rojavayê bajarê Reqayê pêk hat û bi serketî encam da.
Di operasyonê de serçeteyê xedar û kujer Ebû Yûsif, ku xebatên şaneyên çeteyên DAÎŞê, li herêmê bi rêve dibir hate girtin.