Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk -QSD, bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên DAÎŞˊê doh êvarê wesayîteke bombebarkirî ku xwekujekî diajot li nuqteyeke leşkerî ya li bajarokê Şihêl ya Dêre Zorê teqand.

QSD’ê got; “Xwekujê ku wesayît diajot di deriyê sereke ya nuqteya leşkerî re derbas bû û hewl da bikeve hundir, lê şervanên me bersiv dan û nehiştin têkeve hundir, di encamê de çete wesayît li pêş derî teqand. Di encama teqandina wesayitê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Di dema şervanên me cenaze û birîndar radikirin, çeteyên rejîma Sûriye ji aliyê rojhilatê çemê Firatê ve kirinarmanc. Di encamê de şervanekî din jî şehîd bû.

Em ê tola şehîdên xwe ji tevahî çete û terorîstan hilînin û em nahêlin ew ewlehî û aramiya herêmê têkbibin.