Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê” eşkere kirin.
Daxuyanî wiha ye;
“1 –Baxoz: Terorîstên DAIŞ‘ê hewl dan êrîşên nuqteyên şervanên me bikin, li ser vê yekê şerên giran rû da, hêzên me bargehên wan kirin hedef. Li vê eniyê şerên bi çekn BKC û RPG qewinîn. Niha bêdengî serwer e.
Şervanên me ji aliyan ve pêşde çû û 46 nuqte ava kirin.
Aliyê yekem 3 km, yê duyemîn 2 km û yê sêyemîn jî 2 km pêşde çûn.
Her çendî çeteyan hewl didan pêşdeçûnên şervanan asteng bikin şervanên pêşdeçûnên xwe domandin, di encamê de tuneleke terorîstan hate rûxandin.
Balafairên Koalîsyona Navdewletî bargehên çeteyan kirin hedef û 4 terorîst kuştin.
Hêzên me li eniya Sûsê ji aliyekê ve pêşde diçin, li vir 17 nuqteyên nû hatin avakirin. Terorîstên DAIŞ hewl dan bi riya erebeyên bombebarkirî pêşdeçûnên hêzên me asteng bikin, di encamê de 2 şervanên me gihiştin asta şehadetê û 3 jî birîndar bûn. Li ser vê yekê şervanên me hemû riyên dighêjin herêmê qut kirin.
Di şer li derdora bajarokê Sûsê de hêzên me êrîşî bargehên çeteyan ên di navenda bajarokê de kirin û bi wan re ketin nav şer.
Şer ji saetên sibehê ve dest pê kir û heya niha jî didome, şervanên me bi pêş de diçin û derbe li terorîstan didin. Hêzên me li vir nîvê bajarokê rizgarkirin.
Li derdora gundê Mozan (Sefatina) sekvanên me li terorîstekî da ku xwest bi erebeyeke bombebarkirî xwe di nava şervanan de biteqîne, di encamê de ew terorîst hate kuştin û erebeya bombebarkirî hate desteserkirin.
2-Hecîn: Di encama bahoza tav û birûkê ku şevê din li herêmê rabibû 3 mayînên ku terorîstan li derdora bargehên hêzên me bi cih kiribûn teqiyan, ti ziyan derneketin.
3- Behra: Terorîstên DAIŞ‘ê du fûzên germî avêtin erebeyeke me ya doçkayê, di encamê de ziyan gihiştin erebeyê, lê ti ziyan negihiştin şervanan, paşê jî navendên me topbaran kirin.
Tevgera dijmin li vê eniyê hate dîtin, şervanên me ew kirin hedef, her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî li du bargehên wan dan.
Yekîneyên taybet ên hêzên me bi armanca ewlehiya gundên rizgarkirî û paqijkirina gundan ji bermahiyên DAIŞ‘ê de, li derdora gundê Cirdî yê li bermanberî gundê Ebû Hemam ê nêzî bajaroka Behrayê hejmareke mezin mayîn û teqemenî yên DAIŞ‘ê bê bandor kirin.
Teqemeniyên hatin bê bandorkirin ji gelek cureyên mayîna pêk dihatin di dema tozê de li riyên sereke yên ku şênî rojane bi kar dianîn çandibûn da ku komkujiyan der heqê sivîlan de bikin.
4-Encam:
-Balafirên Koalîsoyên li 7 cihan dan. 63 nuqte hatin avakirin.
14 terorîst hatin kuştin.
– 3 avahî, tunelek û beldozereke terorîstan hatin teqandin.
-2 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.”