Navenda Ragihandina QSDê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û Girê Spî daxuyaniyek da.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di demeke ku hêzên me li hember rêxistina terorî ya DAIŞ şerekî bê hempa dimeşîne, artêşa Tirk a dagirker hemû rêgezên leşkerî yên angajman binpê dike û êrîşî çeperên şervanên me yên li ser xeta sînor dike.
Weke Hêzên Sûriya Demokratîk, em careke din diyar dikin ku li hember her cûre êrîşên ku werin ser xaka me, mafê me yê xwe parastinê heye û li cîhê pêwîst emê vî mafê xwe heya dawî bikar bînin.
Di vê çarçoveyê de, di dîroka 31’ê Cotmehê li gundê Sêlim a ser bi Kobanê ve, hêzên me li ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker û bombebarana li ser herêmên sîvîl, di çarçoveya mafê parastina rewa û rêgezên angajman de çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyareyek leşkerî hate rûxandin.
Navenda Ragihandina QSD