Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD‘ê li ser encamên 24‘ê saetên dawî yên li eniya Hecînê ya gundewarên Dêrazorê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Li eniya Hecîn terorîstên DAIŞ‘ê êrîşî bargeheên şervanên me kirin, şervanan bersiva êrîşan dan û di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ‘ê de şerên giran rû dan. Şervana derbeyên giran li çeteyan dan û êrîş şikandin.

Li aliyekî din jî balafirên Koalîsyona Navdewletî hin bargehên terorîstan bombebaran kirin. Li vir jî hejmareke terorîst hatin kuştin, her wiha bargehên wan ên feramandariyê,  dikên topavêj û obusan û tûnel teqandin. Di êrîşê her de her wiha erebeyeke bombebarkirî ya terorîstan hate teqandin.

Li aliyekî din, terorîstan hewl dan xwe bighêjin nuqteyeke şervanên me, li ser vê çekên giran û erebeyên bombebarkirî bi kar anîn. Şervanên me bersiva êrîşan dan û hejmarek ji wan kuştin û yên din jî reviyan.

Balafiran koalîsyonê êrîşî birin ser bargehên terorîstan, di encam de tûnel û hin bargehên fermandariyê hatin teqandin û rêyên derbasbûna alîkariyan hate birîn.

Encam:

49 terorîst hatin kuştin.

8 bargehên terorîstan hatin teqandin, du rêyên veguhestinê hatin girtin, 3 tûnel,10 bargehên parastin, erebeyeke bombebarkirî û dikeke hawnê hatin teqandin.