Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ‘ê li Reqayê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûçeyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Tê de ragihand ku şervanên wan serçeteyekî DAIŞ‘ê li Reqayê girtin.

Li gorî nûçeya QSD‘ê “Hêzên Sûriyeya Demokratîk îro li bajarê Reqayê çalakiyeke bi bandor pêk anîn. Çalakî wekî bersiva kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî hatî kirin. Di çalakiyê de serçeteyekî DAIŞ‘ê hate girtin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‘ê diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin ta hemû kesên ku destê wan di kuştina Şêx Beşîr El-Hiwêdî de heye bigirin û rêxistina DAIŞ li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bike û diyar kirin ku armanca çalakiyan ew e ku ewlehiya herêmê pêk were.