Navenda Ragihandina QSDê bi daxuyaniyekê agahî dan û got;
Hêzên QSDê, bi alîkariya şêniyên bajarokê Sebha yê Dêre Zorê, çeteyekî ku hewl dida bombeyekê li pêşiya dikaneke sivîlan bi cih bike girtin.
Piştî girtina çete, hêzên QSDê, ji bo armanca çete û aliyên ku ew şandine herêmê û armancên wan fêhm bikin, dest bi lêpirsînê kirin
Navendê herî dawî got;
Hêzên QSDê wê bi destek û alîkariya şêniyên herêmê xebatên xwe yên ji bo têkbirina planên li dijî aramiya herêmê bêrawestan bidomînin.