Hêzên Sûriyeya Demokratîk, QSD’ê ragihand ku hêzên wan li dijî êrîşên dewleta Tîrk a qîrker çalakiyên bersivdayînê pêk anîn ku di encamê de yek jê efser 6 dagirkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 3 rojan a çalakiyên bersivdayîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, bîlançoya çalakiyên ku di çarçoveya mafê parastina rewa de hatine lidarxistin wiha ye;

Di şeva roja şeşê cotmehê de şervanan li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li 6 gundên Girê Spî çalakiyeke berfireh li dar xistin.

Di çalakiya li dijî baregeha li Yabîse de yek jê efeser bi giştî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 leşkerên din birîndar bûn.

Di çalakiya li dijî baregeha li gundê Ebdokê de jî 2 leşkerên Tîrk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Di çalakiya li dijî baregeha li Mezreyê de çeteyek hat kuştin û 5 çeteyên din birîndar bûn.

Roja Şemiyê jî şervanan li baregehên dagirkeran ên li gundên Tîbayê û Merdêdeyê yên Eyn Îsa’yê dan

Di encama van çalakiyan de jî herî kêm leşkereke dagirker hate kuştin dagirkerek jî bi giranî birîndar bû.

Bi giştî di encama rêzeçalakiyên şervanên QSD’ê de yek jê efser 6 leşkerên dagirker û çeteyek hatin kuştin, 7 leşker ê 5 çeteyên wan jî birîndar bûn.