Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawîn a qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê ragihand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

“1-Eniya Baxoz: Di navbera şervanên me û rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê de şerê giran rû dan, çeteyan di vî şerî de çekên giran û topên hawnê bi kar anîn. Di encama şer de, topavêjeke hawnê 120 mm, hejmareke çek û çebilxane ketin destê şervanên me, her wiha hejmarek terorîst hatin kuştin.

Di saetên serê sibê de, çeteyên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê êrîşî bargehên hêzên me yên li başûrê gundê Sûsê kirin, şervanên me bersiv da û şerên giran rû da, di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin, her wiha şervanan motorseklêeteke û hejmareke erebeyên terorîstan teqandin û hejmareke mayîn ku terorîstan li herêmê bi cih kiribûn bê bandor kirin.

Li aliyekî din jî şervanên me bargehên terorîstan bi topên hawnê kirin hedef û hejmareke terorîst kuştin, ji ber mayînan û dijwariya êrîşan hejmara kuştiyên terorîstan nehatin zanîn.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî bargehên terorîstan kirin hedef, 3 bargeh rûxiyan û hejmarek çete hatin kuştin.

2-Eniya Hecîn: Li vê eniyê jî, di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê şerên giran rû dan, di şer de hejmareke terorîst hatin kuştin û hin bargehên wan hatin rûxandin. Şervanên me hejmareke mayînên ku çeteyan ji bo astengkirina pêşdeçûnên şervanên me bi cih kiribûn, bê bandor kirin.  Hêzên Koalîsyona Navdewletî jî bi fûzên Himars rûxandin.

3-Encam

-9 terorîst hatin kuştin.

-Balafirên Koalîsyona Navdewletî li 2 cihan dan û bi fûzên Himars jî li du cihên din dan.

-3 bargehên terorîstan hatin rûxandin, motorseklêteke hate teqandin û topavêjeke hawnê 120 mm hate desteserkirin.