Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Toronto yê Kanadayê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê hatin bîranîn.
Qisekeran bal kişandin ser komkujî, asîmîlasyon û qirkirina li dijî Kurdan û bang li her kesî kirin ku bêdeng nemînin.
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî bi rêya Skype tevlî civînê bû û rojev nirxand.
Di civînê de şahidên komkujiya Mereşê qala şahidiya xwe kirin û sînevîzyonek jî hate nîşandan.