&- Ji destpêka ojên êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk, 9ê Cotmehê û heta îro, li dijî radyoya me Dengê Welat êrîşên xwe berdewam kirine.
Tevî ku me gelek caran freqansên radyoya xwe guhert jî, Dewleta Tirk di heman demê de, êrîşên xwe yên korsanî li dijî radyoya me dewam kir, dengê Erdogan kujer û mizîkên şovenî, propagendeya dewleta Tirk ya dagirker, bêyî îradeya me li ser freqansên me weşan dikir.
Dewleta Tirk ya haydut, ji 5 navendên leşkerî yên li Tirkiyê, Enqera, Konya û Amedê weşana xwe ya qorsanî kir.
Weke Radyoya Dengê Welat, em careke din mecbur man ku, li ser freqanseke hê bilindtir û nû dest bi weşanê bikin.
Ji sibe û şûn de, 30ê Cormehê, Radyoya me wê li ser freqansa 15.175 dest bi ceribandina weşanê bike, li gorî êrîşên korsanî yên Dewleta Tirk, em ê rewşê dibin çavan re derbas bikin wê agahdar bikin.